2011/10/11

30 Days of Night (2007)

Șêwaz: Tirs, Heyecan
Dem: 113 deqîqe
Derhêner: David Slade
Nivîskar: Steve Niles, Stuart Beattie
Ekterên Filmî: Josh Hartnett, Melissa George û Danny Huston
Pûan li malpera IMDB: 6.6 /10

Çîroka filmî

Li bajarekê piçûk li Alaskayê di zivistanan de heyvekê tariye û roj naderkeve û li dema ku dinya tarî dibe grûpekê xwînmêja hicûm dikin nav bajarî de û xelkî di kujin û bi tinê grûpekê piçûk jê di mînin sax ku bi çavdêriya serpolîsê bajarî û jina wî hewil didin da ku xwe ji mirinê rizgar biken.

Danasîna filmî

30 Days of Night filmekê Tirse ku di sala 2007"ê de ji hêla derhênerê Brîtanî David Slade ve hatiye çêkirin. Ew berî niha bi filmê (Hard Candy 2005) navdar bûbû. Li filmê 30 Days of Night de ku bi awayê modern hatiye çêkirin, tijiye ji zor û şidet, dilreqî û bêrehmiyê ku her weha "Dracula" ji bi vî rengî bêrehm nebû. Filim têr bitesîr e û ji effectên gelekî bash hatiye kar înan, ez bixwe bawer nakim sehneyên bêzarker filmî de hebin.

Firotin

Lêçûn û mesrefa filmê 30 Days of Night, 32 milyon dolarn bu û pirtir ji 102 milyon dolaran hate firotin.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Zêlanda Nû
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 16"ê October 2007"ê
Cîyê film girtin: Auckland, Zêlanda Nû
Butçeya filmî: $32,000,000 (tê texmîn kirin)

                          

No comments:

Post a Comment