2011/10/12

The Aviator (2004)

Șêwaz: Biyografî, Drama
Dem: 170 deqîqe
Derhêner: Martin Scorsese
Nivîskar: John Logan
Ekterên Filmî: Leonardo DiCaprio, Cate Blanchett û Kate Beckinsale
Pûan li malpera IMDB: 7.5 /10

Çîroka filmî

Çîroka vî filmî beşek ji jiyana Howard Hughes derhêner, berhemhêner, endazyar û pîlotê binavûdengê Emerîkiye ji 1920 ta 194"ê de. Howard Hughes ku nexweşiya weswasê hebû herdem hewil da ku rekora lezgînî û mesafeya firînê bişkêne.

Danasîna filmî

The Aviator yek ji bi serketîtirîn berhemên derhênerê xodan şiyan Martin Scorseseye ku di sala 2004"ê de hatiye çêkirin. Filim çîroka raste ji rojên dijwar û pir heyecan ji jiyana Howard Hughesî. Martin Scorseseeî piştî filmên (Raging Bull) û (Goodfellas) ev car jî berhemek din li ser jiyana kesekî çê dike. Ew li vî filmî de hemû jiyana Howard Hughesî wêne nake lê bi tenê beşek ji jiyana wî nîşan dide û ew beş di vegerê bo salên destpêka jiyana Howard Hughesî, yanî li destpêka 1920"ê dema ku Howard filmê Hell's Angelsî wêne dike heta sala 1947"ê dema ku firîna xwe ya binavûdeng û hetikber bi balafirê test dike. Çîroka filmî li ser hindêye ku çawa Hughesê cihêl ku hez li macerayê dike ji mirovekê sade tê veguhertin û dibe yek ji kesên bernîyas û navdar di zemanê xwe de. Rola Howard Hughesî li filmî de ji aliyê Leonardo DiCaprioyî tê lîstin.

Xelat

The Aviator di sala 2004"ê de 5 xelatên Oscar û 49 xelatên cîhan î bi dest înan, her wesa namzed bûbû bo wergirtina 68 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Elmanya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 14"ê December 2004"ê
Cîyê film girtin: Los Angeles, California, Emerîka

                            

No comments:

Post a Comment