2011/10/13

American Gangster (2007)

Șêwaz: Tawanbarî, Drama
Dem: 157 deqîqe
Derhêner: Ridley Scott
Nivîskar: Steven Zaillian, Mark Jacobson
Ekterên Filmî: Denzel Washington, Russell Crowe û Chiwetel Ejiofor
Pûan li malpera IMDB: 7.8 /10

Çîroka filmî

Frank Lucas zilamekê reşe, ew şofêrê yek ji gangsterên binavûdengê reşe û têkiliyên baş bi hevdu re hene. Șefê mezin di mirê û Lucas ku niha hemû fen û hîleyên karî dizane ciyê serokî di gire.
Frank Lucas ji aliyê leşkerê Emerîkayê (li ser dema şerê Vietnamê) madeya bêhişkar ji welatên rojhilata Asyayê di îne li nav Emerîka yê de. Li aliyên din Richie Roberts polîsekê şerîfe û ji bo girtina Frankî tê hilbijartin.

Danasîna filmî

American Gangster filmeke Tawanbarî û Dramaye ku di sala 2007"ê de ji hêla derhênerê Brîtanî "Ridley Scott" ve hatiye çêkirin. Ridley Scott yek ji binavûdengtirîn derhênerên Hollywoodêye. Kêm kes hene ku berê xwe daye filmê Gladiatorî û Ridley Scottî nas neke. her çendî ku filmê American Gangster dramayeka xweşe lê ji şahkarên Scottî nîne û tenê rastiya çîrokêye ku bînerî mecbûr dike heta dawiyê, filmî bibîne.
Her du ekterên serekî yên filmî rola xwe bi xweşikî dikin. Denzel Washington li vê carê di rola nebaş de peyda dibe, lê yek ji baştirîn rola pêşkêş dike. Russell Crowe ji wek polîs, gelek xweşik û bi hêz li rola xwe de tê pêş çav.

Xelat

American Gangster di sala 2007"ê de 8 xelatên cîhanî bi dest înan, her weha namzed bûbû bo wergirtina 2 xelatên Oscar û 29 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 19"ê October 2007"ê
Cîyê film girtin: Briarcliff Manor, New York, Emerîka
Butçeya filmî: $100,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment