2011/10/23

In a Better World (2010)

Șêwaz: Drama, Heyecan
Dem: 119 deqîqe
Derhêner: Susanne Bier
Nivîskar: Anders Thomas Jensen
Ekterên Filmî: Mikael Persbrandt, Trine Dyrholm û Markus Rygaard
Pûan li malpera IMDB: 7.7/10

Çîroka filmî

Anton doktor e û li Danîmarkayê dijît. Ew li kampekê li welatê Sudanê kar dike ku ciyekî ferq e ji welatê wî. Anton û Marianneyê ji hevdu cuda buyne û bi hevdu re najîn lê hêşta hez ji yek re dikin, ewan du kur hene, kurê mezin navê wî Elias e ku li dibistanê de Christianî nas dike û têkiliya wan dibe sedema gelek arîşeyan.

Danasîna filmî

In a Better World yan bi danîmarkî (Hævnen) filmeke Drama û bi heyecan e ku di sala 2010ê de ji hêla derhênera danîmarkî Susanne Bierî ve hatiye çêkirin. Çîroka filmê In a Better World ku xelata Oscarê ji bo baştrîn filmê biyanî bi dest înaye li du welatan de tê wêne kirin. Welatê yekê Danîmarkaye ku Susanne Bier derhênera filmî li wêra ji dayik bûye û yê doyem welatêkê afrîkayiye ku çîroka filmî li wê derê dest pê dike.


Em li seransera filmî li du kîşweran de li pêşî û piştî digerîn, belkî wehaye ku her du kîşwer pêşbirkeyê dikin ta ku diyar bikin kîjan kultur dikarê pirtirîn êşa li nav xwe de bi mîras bihêle.
Li vê dramaya bihêz de, wekheviya reftarî di nav bera grûpa piçûkên danîmarkî ku li dibistanê de şerî dikin û zor û şidet di nav bera eşîreyên afrîkayî tê nîşan dan. Susanne Bier hewil dide dawiya filmî zanyarîdêr bike, bêşik ew dikarê hêza xwe ya derhêneriyê ji bo bîneran diyar bike û bi hevkariya Morten Søborg wênegerê filmî û Johan Söderqvist ku muzîka filmî ji aliyê wî hatiye çêkirin filmekî çê bike ku hêjayî teqdîrêye.

Xelat

Filmê In a Better World di sala 2010"ê de xelata Oscar û 5 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 13 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Danîmarka, Swêd
Ziman: Danîmarkî, Swêdî
Dema weşandinê: 26"ê August 2010"ê
Cîyê filîm girtin: Fåborg, Fyn, Dnîmarka

                        

No comments:

Post a Comment