2011/10/23

The English Patient (1996)

Șêwaz: Drama, Romantîk, Șer
Dem: 162 deqe
Derhêner: Anthony Minghella
Nivîskar: Michael Ondaatje, Anthony Minghella
Ekterên Filmê: Ralph Fiennes, Juliette Binoche û Willem Dafoe
Pûan li malpera IMDB: 7.3/10

Çîroka filmê

Li nava şerê cîhaniya duyem de pîlotekê nenas, rûdaneke li bakurê afrîkayê de bi balafirê di keve erdî. Ew ji ber bîrînên bisehm û şokebûnê zemanê derbasbûyî nahê bîra wî û bi navê nesaxê îngilîzî di nav hêzên hevbend li Îtalyayê tê teslîm kirin.
Li wê derê keçek bi navê Hana bi destûra rêberê nexweşxaneyê, ewî li dêrekê di razîne û sexbêriyê lê dike. Heta ku rojeke ji ber hinek kesan ku têne wê dêrê, bîrhatinên berê têne bîra wî.

Danasîna filmê

The English Patient filmeke Drama û Romantîk e ku li gor romana "The English Patient" ji nivîskarê SrîLankî_Kanadî "Michael Ondaatje"î ve hatiye çêkirin. Di nîvê dehsala 90´an de sînemaya Hollywoodê evîndariya nenormal û neqanûnî bi awayê filmên drama çê dikir. Evîndariya ku pê ji sînorê bawerî û wefadariyê ku berî niha bihayê manewî li sînemaya klasîk de hebû der dêxe û hest û hiskirina evîndariyê, bi hewes û xwasteka nebaş di veguherê ku (Broarna i Madison County) û (The Horse Whisperer) nimûneyeke ji van filman. Lê "The English Patient" çîrok û teswîreke din heye. qedera jiyanê bûyerke di nava vê evîndariya neqanûnî de. Flim nîşan dide ku çewa mirov cezayê xwe di bîne li mirin yan sax manê de.


Li sehneya yekê de ku "Almásy" û "Katharine" bi balafirê di hindava çola bêdawî difirin, evîndariyê şirove dike, evîniya ku bi frînê tê şibandin û encama vê evîndariya neqanûnî çi nîne ji bilî ketin, sotin û mirina hêdî hêdî. Anthony Minghella derhênerê Brîtanî bi meharet û bîrtûjî li rex çîrokê re derbaz bûye. Ne bi awayê red yan qebûl kirina evîndariya neqanûnî, lê bi tenê çîroka filmê li gor qedera jiyanê, dijîtiya mirovan di gel xwe, xwedêyê xwe û jiyana xwe çêdike.

Xelat

Filmê The English Patient di sala 1996´ê de 9 xelatên Oscar û 47 xelatên navneteweyî bi dest xistin û her weha namzed bûbû bo 39 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Amerîca, Brîtanya
Ziman: Îngilîzî, elmanî, îtalî, erebî
Dema weşandinê: 6"ê November 1996"ê
Ciyê film girtin: Studyoya (Cinecittà) yan bajarê filman li bajarê Roma, lazio, Îtalya.

                        

No comments:

Post a Comment