2011/10/19

Schindler's List (1993)

Șêwaz: Biyografî, Drama, Dîrokî
Dem: 195 deqîqe
Derhêner: Steven Spielberg
Nivîskar: Thomas Keneally, Steven Zaillian
Ekterên Filmî: Liam Neeson, Ralph Fiennes û Ben Kingsley
Pûan li malpera IMDB: 8.9/10

Çîroka filmî

Oskar Schindler pîşesazê Elmanî di nav zordarî û bê rehmiya Naziyan, bi yek car kargeha xwe dike penagehek ji bo cihûyan da ku ewana ji mirinê rizgar bike.

Danasîna filmî

Schindler's List navê filmekê biyografî û dramaye ku di sala 1993ê de ji hêla derhênerê Emerîkî Steven Spielbergî û li gor çîroka rast ji pirtûka Schindler's Ark ve hatiye çêkirin. Oskar Schindler (29 April 1908 – 9 October 1974)ê sermayeder û pîşesazê Elmanî di nava şerê cîhaniya duyê da bû. Ew li dema rehkolana cihûyan (Holokost)ê ji aliyê sazûmaniya Naziyan li Polandayê dikare bi rêya kargeha xwe giyanê 1100 cihûya ji mirinê rizgar bike. Li vê rêyê de ew hemû malûmilkê xwe li leşkerê Naziya serf dike da ku karkerên cihû yên kargeha wî bi destê Naziya nehên kuştin. Çîroka xebat û hewildana wî di vî filmî de bi xweşikî ji aliyê Steven Spielbergî tê nîşan dan.


Schindler's List biserketineka ticarî ya gelekî mezin bu, ku bi bihayê 317 milyon dolaran li cîhanê de hatiye firotin. Her weha ev film e yekem filmê reş û spiye ku piştî sala 1960"ê xelata Oscar ya baştirîn film bi dest îna. Li dawiyê de dîtina vê şahkarî ji bo hemû hevalan ku heta niha ev filme nedîtiye tewsiye dikim.

Xelat

Filmê Schindler's List di sala 1993"ê de 7 xelatên Oscar û 68 xelatên cîhanî bi dest înan û her weha namzed bûbû bo 23 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, îbrî, almanî, polonî
Dema weşandinê: 30"ê November 1993"ê
Cîyê filîm girtin: Auschwitz, kampa Auschwitz concentration, Oświęcim, Malopolskie û Polanda

                            

No comments:

Post a Comment