2011/09/12

Slumdog Millionaire (2008)

Șêwaz: Tawanbarî, Drama û Romantîk
Dem: 120 deqîqe
Derhêner:  Danny Boyle, Loveleen Tandan
Nivîskar: Simon Beaufoy, Vikas Swarup
Ekterên Filmî: Dev Patel, Freida Pinto û Saurabh Shukla
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10

Çîroka filmî

Jamal kurekê 18 saliyê êtîm û hejare ku li bajarê Mumbaî de dijît. Jemal di pêşbirkeya "kê divê bibîte milyoner?" de beşdarî dike û bi encama baş di gehê qonaxa dawiyê, lê ev pêşdeçûna baş dibe sedema hindê ku polîs şika jê bibin û ewî hêsîr biken. Polîs dibêjin wî heger çîroka jiyana xwe bo wan bêje ewî serbest diken.

Danasîna filmî

Slumdog Millionaire filmekê Tawanbarî û Dramaye ku di sala 2008"ê ji hêla derhênerê Brîtanî "Danny Boyle" li gor romana "Q & A" yê Vikas Swarupî ve hate çêkirin. Danny Boyleî ev filme cudayî ji filmên Bollywoodî ku li studyoyê de têne çêkirin li kolan û mehelên bajarê Mumbaî li Hindistanê de wêne kirin. Ev filme ji ber amade bûna zêdeya xelkê û guherîna bi lez ya bajarî dijwarîyên gelekî mezin ji bu berhem hênerên filmî peyda dikir. Her weha ji ber qedexe bûna wêne kirina xelkê biyanî bi rêya helîkopterê li wêrê grûpê berhem hêneran ji bu wêne kirina wan sehneya mecbûr bûbûn birêveberekê Hindî peyda biken da ku bikarên filmê xwe wêne biken.

Xelat

Filmê Slumdog Millionaire li merasîma 66emîn xelata Golden Globe li sala 2009"ê de, xelata baştirîn filmê drama, baştirîn derhênan (Danny Boyle), xelata baştirîn Sînaryo (Simon Beaufoy) û xelata baştirîn muzîk (A. R. Rahmanî) bi dest îna. Her weha li merasîma 81emîn xelata Oscar li sala 2009"ê de, xelata baştirîn derhênan (Danny Boyle), xelata baştirîn filmê drama, xelata baştirîn muzîk (A. R. Rahman), xelata baştirîn redaktor (Chris Dickens), xelata baştirîn wêne(Anthony Dod Mantle), xelata baştirîn Sînaryo (Simon Beaufoy), xelata baştirîn stiran (A. R. Rahman) û xelata baştirîn mîksa dengî (Resul Pookutty, Richard Pyke, Tom Sayers, Ian Tapp) bi dest înan.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Hindî, Fransî
Dema weşandinê: 30"ê August 2008"ê
Cîyê filîm girtin:  Agra, Uttar Pradesh, Hindistan

                               

No comments:

Post a Comment