2011/09/12

Caramel (2007)

Șêwaz: Komedî, Drama û Romantîk
Dem: 95 deqîqe
Derhêner: Nadine Labaki
Nivîskar: Nadine Labaki, Rodney El Haddad,
Ekterên Filmî: Nadine Labaki, Joanna Moukarzel û Gisèle Aouad
Pûan li malpera IMDB: 7.0/10

Çîroka filmî

Layale digel sê jinin din di salona cwankariya jinan (berberê jinan) de kar dikin û her yek ji wan arîşeyên taybet hene. Layale digel mêrekê bi jin têkilî dike, Nisrine keçeka musilman e ku pêwendiya seksî digel kesekî hebu û keçiniya xwe ya ji des day û nizanit bi çê rê arîşeya xwe çareser bike. Rima keçike ku ji jinan hez dike û Jamale ji temenê xwe di tirse.


Danasîna filmî

Caramel yan bi zimanê erebî (Sukkar banat) filmekê Komedî û Romantîk e ku di sala 2007"ê de ji hêla ekter û derhênera Libnanî "Nadine Labaki" ve hate  çêkirin. Caramel filmê yekê ye ku ji aliyê "Nadine Labaki" tê çêkirin. Her weha ev film e di sala 2007"ê de li festîvala filmê Kan (Cannes Film Festival) di hundirê (çalakî yên hefte) ya derhênerên nûdestpêkir de hat nîşan dan. Ev filme li 40 welatan li cîhanê de hate  belav kirin û nirxandinên baş wergirt û hema carek de kete di nava filmên navneteweyî de.

Xelat

Filmê Caramel di sala 2007"ê de 4 xelat stendin û namzed bûbû bo 5 xelatên din.

Hûrgilî

Welat:  Fransa, Libnan
Ziman: Erebî, fransî
Dema weşandinê: 20-ê May 2007-ê
Cîyê film girtin:  Beirut, Libnan
Butçeya filmî: €1,300,000 (tê texmîn kirin)

1 comment:

  1. Yê hez ji filmêt erebî biket, bila sehket vî yê xirab nîne:)

    Pûan 7/10

    ReplyDelete