2011/09/11

Toy Story (1995)

Șêwaz: Anîmasyon, Komedî, Macera
Dem: 80 deqîqe
Derhêner: John Lasseter
Nivîskar: John Lasseter, Pete Docter
Ekterên Filmî: Tom Hanks, Tim Allen û Don Rickles
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10

Çîroka filmî

Andy kurekê şeş saliye ku gelek hez ji lîstok û yariyên xwe dike û tiştê seyr û ecêb ewe ku bûkên wî yên lîstikê di axivin.

Danasîna filmî

Toy Story filmekê anîmasyon û komediye ku di sala 1995"ê de bi hevkariya kompanîya (Walt Disney Pictures) ve hatiye çêkirin. Toy Story filmê yekê ya dirêj bi awayê komputeriye ku ji vê kompaniyê tê weşandin. Ev filme yek ji filmên pesin kirî, hezkirî û populer li cîhanê de ye. Her weha du beşên din ji filmî Toy Story 2, 1999"ê û Toy Story 3 di sala 2010"ê de hatiye çêkirin.

Hejî gotinêye

Toy Story di sala 2009"ê de piştî 14 sala digel beşê duyemê filmî, bi sîstemê 3D hate nû kirin.


Xelat

Xelata beşên baştirîn filmê anîmasyon, baştirîn derhênan, baştirîn sînaryo û baştirîn Berhemhêner ji akademiya Annie Awards li California. Her wesa namzed bûbû ji bo 3 xelatên Oscarê.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 19"êNovember 1995"ê

No comments:

Post a Comment