2011/09/13

My Name Is Khan (2010)

Șêwaz: Drama û Romantîk
Dem: 165 deqîqe
Derhêner: Karan Johar
Nivîskar: Shibani Bathija
Ekterên Filmî: Shah Rukh Khan, Kajol û Sheetal Menon
Pûan li malpera IMDB: 7.3/10

Çîroka filmî

Rizwan Khan cihêlekê musilmane ku nexweşiya eseban (Asperger syndrome) heye. Ew piştî mirina dayika xwe diçe bo welatê Emerîkayê da ku di gel birayê xwe bijît. Li wê derê Rizwan Khan jineka Hindu re di zewecê.
Mandira jina wî, kurek ji mêrê xwe yê berê heye û ew her sê bi xweşî û keyf bi hev re dijîn, lê piştî êrîşên terorîsta li 11'ê îlonê bo kuleyên Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê li New Yorkê de hemû tişt di hêt gohartîn û jiyana musilmanên Emerîkayê dike metersiyê de. Li vê navberê de malbata Rizwan Khanî ji dikevê nexweşiyê de û ew hewil dide da ku serok komarê Emerîkayê bibîne û peyama xwe bigehîneyê.

Danasîna filmî

My Name Is Khan filmekê Drama û Romantîk e ku di sala 2010"ê de ji hêla derhênerê Hindî "Karan Johar" ve hate çêkirin. Ev film e bersiva Bollywoodê ye ji ber êrîşên terorîstî di 11'ê îlonê û vexwendin ji bo tehamil û dostiyê ye . Li vî filmî de rexne li şirove kirina radîkal ji diyaneta dihê kirin û dînê Îslamê bingehê aştî û mirovayetiyê dihê nas kirin. My Name Is Khan wekî filmên dî yên Bollywoodê melodramatîk e û peyama ihsasî naveroka wê de heye. Bê guman rolê Rizwan Khan di filmî de yek ji bi zehmet tirîn rolên Shah Rukh Khanî ye, lê ewî bi cwanî şiyanên xwe yê ekteriyê bo hemû bîneran diyar kir.

Xelat

My Name Is Khan di sala 2010"ê de li 60emîn festîvala filmê Berlinê (Berlin International Film Festival's) de beşdar bûbû. Her weha gelek xelatên cîhanî bi dest xistin.

Hejî gotinêye

Kompaniya (Twentieth Century Fox) belavkirina navneteweyiya filmî li 40 welatan de qebûl kirbû. Ev film e li 120 salonên sînemayî li Emerîkayê de hate nîşan dan û di 3 rojên destpêkê de 2 milyon dolaran hate firotin ku bilind tirîn hejmara firotina filmekê Bollywoodêye. Di eynî demê de firotina navneteweyî ya filmî li 40 welatan de 18 milyon dolaran bû, kû rekorekê gelekî mezine ji bo sînemaya Bollywoodê.

Hûrgilî

Welat: Hindistan
Ziman: Hindî, Îngilîzî, urdû
Dema weşandinê: 11"ê February 2010"ê
Cîyê film girtin: California, Emerîka
Butçeya filmî: $12,000,000  (tê texmîn kirin)

                         

No comments:

Post a Comment