2011/09/14

Volver (2006)

Șêwaz: Drama, Tawanbarî, Komedî
Dem: 121 deqîqe
Derhêner: Pedro Almodóvar
Nivîskar: Pedro Almodóvar
Ekterên Filmî: Penélope Cruz, Carmen Maura û Lola Dueñas
Pûan li malpera IMDB: 7.6/10

Çîroka filmî

Jinek bi navê Irene digel mêrê xwe rûdaneka agir pê ketinê de di mirin. Piştî çend salan keça wan Raimunda agehdar dibe ku ruhê dayika wê ya vegeryaye ve...

Danasîna filmî

Volver filmekê Tawanbarî û Komediye ku li sala 2006"ê de ji hêla derhênerê Spanî "Pedro Almodóvarî" ve hate çêkirin. Ev filme yek ji filmên pesinkirî û populer bû di festîvala filmê Kan (Cannes Film Festival) di sala 2006"ê de. Volver filmekê rehet û rêkûpêke û Almodóvar derhênerê filmî vê carê bikûrahî diçe di nav jiyana jinan de û filmekê gelekî baş çe dike. Çîroka filmî gelek xweş û pesinkiriye û li hemû planên filmî de jîn û jiyan li ber çave. Film bi giştî metih û teqdîr li ser jiyanêye û li rexve mirin ji wek rastiya jiyanê tê diyar kirin. Sînaryoya filmî bi xweşikî ya hatiye nivîsandin û karakterên filmî ji bo bîneran sade û dilkêş in li ber hindê bîner hest bi westiyanê nake.

Xelat

Volver li sala 2006"ê de 46 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê ji bo baştirîn lîstikvana keç Penélope Cruz û her weha 51 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Spanya
Ziman: Spanî
Dema weşandinê: 10"ê March 2006"ê
Cîyê filîm girtin:  Almagro, Ciudad Real, Castilla-La Mancha, Spanya

No comments:

Post a Comment