2011/09/15

I Am Sam (2001)

Șêwaz: Drama
Dem: 132 deqîqe
Derhêne: Jessie Nelson
Nivîskar: Kristine Johnson, Jessie Nelson
Ekterên Filmî: Sean Penn, Michelle Pfeiffer û Dakota Fanning
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10

Çîroka filmî

Sam mêrekê hiş paşdemayiye ku divê bi rêya qanûnê çavdêriya keça xwe ya 7 salî bike, lê ewî gelek arîşe li ser rêya xwe de hane.

Danasîna filmî

I Am Sam filmeke dramaye ku di sala 2001"ê de ji hêla derhêner û berhemhênera Emerîkî Jessie Nelson û bi hevkariya kompaniya (New Line Cinema) ve hatiye çêkirin. Ev film e pêwendiya sadeya nav bera mirovan ku tê jibîrkirin rave dike û tiştê balkêş ewe ku ev pêwendiye ji aliyê hinek kesên hiş paşdemayî ve dihê nîşan dan. Rewş û halê filmî gelek sade û zaroktiye û bi dilrastî  û duristî peyvên xwe di bêje. Li vî filmî de rolê dilgeşkir û xweşik ji Sean Pennî û li rex ve rolê cazib û dilkêşê keça piçûk Dakota Fanning xweşiya filmî ducar dike. Mozîka filmî helbestên xweşik ji (The Beatles) û (John Ono Lennon)e.

Xelat

I Am Sam di sala 2001"ê de 8 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê ji bo baştirîn lîstikvanê mêr (Sean Penn) û her weha 9 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 3"ê December 2001Eê
Cîyê filîm girtin: Echo Park, Los Angeles, Emerîka

                           

No comments:

Post a Comment