2011/09/17

Persepolis (2007)

Șêwaz: Anîmasyon, Biyografî, Drama
Dem: 96 deqîqe
Derhêner: Vincent Paronnaud, Marjane Satrapi
Nivîskar: Marjane Satrapi, Vincent Paronnaud
Ekterên Filmî: Chiara Mastroianni, Catherine Deneuve û Gena Rowlands
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî

Marjane keçeka Îraniye ku bîranînên xwe yên piçûkatiyê li ser demê şorişa Îranê de beyan dike.

Danasîna filmî

Persepolis filmekê Fransiyê anîmasyon û biyografiye ku di sala 2007"ê de ji hêla derhênerê Fransî Vincent Paronnaudî û derhênera Îranî Marjane Satrapi ve hatiye çêkirin. Filim li gor pirtûka Persepolis hatiye çêkirin ku bîreweriya Marjane Satrapi li Îranêye berî koç kirin bo welatê Fransayê. Persepolis tesîr û hêzeka hêjaye di gel formê sade û bê felsefe (Minimalism) ku baştirîn şêwe ji bo derbirîna vê çîroka pir ji rûdanê ye. Kurtiya peyivan û forma rehet û sade her weha aborî di renga de çîrokeka guvaşti li 90 xolekan de bi narînî û heneka beyan dike.

Hejî gotinêye

Berpirsên sînemayî li Îranê li gor nameyekî nerazî bûna xwe bo nîşan dana filmî li festîvala filmê kan (Cannes Film Festival) ji bo hikûmeta Fransayê ragîhand. Her weha ev filme ji alîyê berpirsên sînemayî li Îranê filmekê dijî îranê hat nas kirin. Ji ber ku li vê berhemê de xelkê Îranê xelkekî xemgîn, dil şkestî û çend şexsîyetîye û jinin Îranî jî mecbûrin bê hez û vîyan dersoka biken serê xwe, lê xanima Marjane Satrapi di bêje filmê Persepolis filmekê bêteref û bêalîye. Ew di bêjît heger em xelkê bi çavê mirovan nenêrîn di karîn ewan bombe baran bikeyn û çi neqewime. Rojane sedan kes li Iraqê de di hên kuştin lê bi tinê yek xolek bê dengî ji bo hizr û bîra wan nahê kirin.

Xelat

Persepolis li sala 2007"ê de 18 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscar ê û 25 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Fransa
Ziman: Îngilîzî, Fransî, Elmanî
Dema weşandinê: 23"ê May 2007"ê
Butçeya filmî: $7,300,000  (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment