2011/09/18

I Am Legend (2007)

Șêwaz: Drama, Zanistî xeyalî, Heyecan
Dem: 101 deqîqe
Derhêner: Francis Lawrence
Nivîskar: Mark Protosevich, Akiva Goldsman
Ekterên Filmî: Will Smith, Alice Braga û Charlie Tahan
Pûan li malpera IMDB: 7.1/10

Çîroka filmî 

Di sala 2010"ê de vîrusek li Emerîkayê belav dibe û hemû xelk tuşî nexweşiya hariyê dibin. Xisûsiyeta ewan mirovên nesax eve ye ku nikarin li ronahiyê de bijîn, ew bi şevan de di derkevin û bajarî xerab dikin.
Bi tenê kesek li bajarî de maye saxe. Doktor Robert Neville kesek e ku tesîra vê nexweşiyê lê peyda nebûye û yê  saxlem e, ew bi rojê de di derkevê û hevalê wî seyê wî ye ku hemû dema bi hevdu re ne.

Danasîna filmî

I Am Legend filmekê Zanistî xeyalî û bi heyecan e ku di sala 2007"ê de ji hêla derhênerê Austri " Francis Lawrence" ve hate çêkirin. Her weha I Am Legend filmê sêyem e ku li gor romana sala 1954"ê ji (Richard Matheson)î piştî filmên (The Last Man on Earth 1964) û (The Omega Man 1971) tê çêkirin. Studyo ya (Warner Bros) di sala 1994"ê de biryar dide ku vî filmî çê bike û ekter û derhênerên gelekî baş wekî (Tom Cruise, Michael Douglas,  Arnold Alois Schwarzenegger, Sir Ridley Scott û Rob Bowman) her yek li demekî de hatin jê girtin, lê ji ber egerên ekonomî çêkirina filmî ta sala 2006"ê de paş de xistin. Li dawiyê Studyo di gel "Francis Lawrence" derhênerê Austri ji bo çêkirina filmî pêk hatin û "Will Smith" ji bo rolê serekiyê filmî hat hilbijartin.

Firotin

I Am Legend di 14"ê September sala 2007"ê li Emerîkayê de hat nîşan dan û li hefteya yekem de 77 milyon dolaran hate firotin ku rekoreka gelekî başe di sînemayê de. Her wesa  li Emerîkaya Bakur de nêzîkî 550 milyon dolaran hate firotin ku bi ser ketinek gelekî mezin bu, ji bo berhemhênerên filmî.

Xelat

I Am Legend li sala 2007"ê de 7 xelat bi dest îna û namzed bûbû bo18 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 14"ê September 2007"ê
Cîyê film girtin: Brooklyn Bridge, New York City, New York, Emerîka
Butçeya filmî: $150,000,000 (tê texmîn kirin)

                           

No comments:

Post a Comment