2011/09/13

No One Knows About Persian Cats (2009)

Șêwaz: Drama, Muzîk
Dem: 106 deqîqe
Derhêner: Bahman Ghobadi
Nivîskar: Bahman Ghobadi, Hossein Mortezaeiyan
Ekterên Filmî: Negar Shaghaghi, Ashkan Koshanejad û Hamed Behdad
Pûan li malpera IMDB: 7.2/10

Çîroka filmî

Kur û keçeka ciwan piştî azad bun ji zîndanê, ji bo kom kirina grûpekê nû ya muzîkê diçin bo bajarê Tehranê û sefereka nihênî dest pê dikin ta ku grûpê xwe yê muzîkê peyda bikin. Ewan divê xwe bi gehînin festîvallekê li bajarê Parîs û Londonê, lê ne pare hene û ne pasaport.

Danasîna filmî

No One Knows About Persian Cats yan bi Farisî (Kasi az gorbehaye irani khabar nadareh) filmekê Drama û Muzîk e ku di sala 2009"ê de ji hêla derhênerê Kurd Bahman Ghobadi ve hate çêkirin. Sînaryo ya filmî bi giştî ji aliyê Bahman Ghobadi, Hossein Mortezaeiyan û Roxana Saberi ve hate nivêsîn û film bê destûr û rêdan û nihênî li welatê Iranê hate wêne kirin.

Hejî gotinêye

Negar Shaghaghi, Hamed Behdad, Ashkan Koshanfar, Soroush Lashkari, Babak Myrzakhany û çend stran bêjên din gel hinek hunermendên muzîka Rap û rock yên nihênî li Iranê rol li vî filmî de hene.

Xelat

No One Knows About Persian Cats" xelata (François Chalais) ji festîvala filmê Kan (Cannes Film Festival) bi dest îna. Her weha di sala 2009"ê de 4 xelatên din stendin.

Hûrgilî

Welat: Îran
Ziman: Farsî
Dema weşandinê: 14"ê May 2009"ê
Cîyê film girtin: Tehran, Îran

                           

No comments:

Post a Comment