2011/08/30

Yip Man (2008)

Șêwaz: Drama, Aksiyon, Biyografî
Dem: 106 deqîqe 
Derhêner: Wilson Yip
Nivîskar: Edmond Wong
Ekterên Filmî: Donnie Yen, Simon Yam û Siu-Wong Fan
Pûan li malpera IMDB: 8.1/10

Çîroka filmî

Ip Man yekem hosteye di hunerê Kung Fu yê de. Ew digel malbata xwe li bajarê Foshan de dijît û jiyana wî bi zehmet lê bi şadî derbaz dibe.
San po generaleke leşkerî ye li bajarê Foshan de ku hewil dide pêşbirke ya (Martial arts) şer kirinê di nav bera Japonî ya û çînî ya de encam bide.

Danasîna filmî

Yip Man filmeke aksion e ku di sala 2008´ê de ji hêla derhênerê çînî Wilson Yip ve hatiye çê kirin. Çê kirina filmê Yip Man rûdaneka pîroz e di karê sînemayê de. Rewş û pêk înana sehneya ku di salên 1940´ê de di qewimê gelek bi xweşikî hate çêkirin. Yip Man filmeke dilêrî ye li ser guhertina jiyana kesekî ji refaha temam bo hejarî yê û ji dest nedana mirovayetiyê. Yip Man filimek li ser jiyana hosteyê Bruce Lee ye.

Xelat

Yip Man di sala 2008´ê de 12 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 10 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Hong Kong, Çîn
Ziman: Cantoneseî, Mandarîn, japonî
Dema weşandinê: 12´ê çileya pêşîna 2008´ê

1 comment: