2011/08/30

American History X (1998)

Șêwaz: Drama, Tawanbarî
Dem: 119 deqîqe
Derhêner: Tony Kaye
Nivîskar: David McKenna
Ekterên Filmî: Edward Norton, Edward Furlong û Beverly D'Angelo
Pûan li malpera IMDB: 8.6/10

Çîroka filmî

Derek Vinyard serokê grûpekê rasîstaye ku ji ber kuştina du mirovên reş sê sal ji jiyana xwe di zîndanê de derbaz dike. Piştî ku ew ji zîndanê azad dibe, hewil dide da kû birayê xwe biparêze çunkî birayê wî ji çûye di nav grûpen rasîsta de.

Danasîna filmî
American History X filmekê Dramaye ku di sala 1998-ê de ji hêla derhênerê Brîtanî Tony Kaye ve hatiye çêkirin. Bê guman ev filme yek ji baştirîn berhemên sînemayiye ku li gor babetên rasîstî hate çêkirin. Film hizreka nûye û babetê wê bi rêya çîrokeka amojgarî bo bîneran dihê veguhastin. Nivîskarê filmî David McKenna ye. Ew berî niha çîroka filmê Blow di sala 2001-ê nivîsandî. David hewil dide bo me dîyar bike ku şaşî kirin di jiyanê de çi rê nîne ji bilî poşmaniyê. Film bi hevkariya studyo New Line Cinema hatiye çêkirin û ji aliyê grûpê rexnegirên filman pûanên baş wergirtiye û bi taybetî rolê Edward Nortonî di filmî de şahaneye.

Xelat

American History X di sala 1998"ê de 2 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelata Oscarê û her weha 10 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 30"ê October 1998"ê
Ciyê film girtin: Johnie's Coffee Shop - 6101 Wilshire Boulevard, Fairfax, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $10,000,000 (tê texmîn kirin)

                           

No comments:

Post a Comment