2011/08/30

Fish Tank (2009)

Șêwaz: Drama
Dem: 123 deqîqe
Derhêner: Andrea Arnold
Nivîskar: Andrea Arnold
Ekterên Filmî: Katie Jarvis, Michael Fassbender û Kierston Wareing
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10

Çîroka filmî

Mia keçeka 15 saliya belawela û gelemşeye ku di gel dayik û xuşka xew ya cir nexweş dijîe. Mia ji xwandingehê hatiye radan.
Dayika wê ew bixwe ya piçûk bû demê ku Mia hatê li ser dinyayê, loma nekere wekî dayikeka baş bibe ji bo zarokên xew. Ew hemû dema di gel hevalê xwe di nav şahî û ahenga de ye, lê rojek ji rojan mêrekê nû bi navê Connor dikeve di nav jîyana wan de. Connor gelek kêf xweş, xwîn şîrîn û spehiye û çavê xwe dide hemû malê, her weha Mia jî xwe di gel wî kêf xweş dike lê.

Danasîna filmî

Fish Tank filmeke Dramaye ku di sala 2009"ê de ji hêla derhênera bi navûdengê Brîtanî Andrea Arnold ve hatiye çêkirin. Fish Tank li festîvala filmê Kan (Cannes Film Festival) de ji aliyê grûpê rexnegirên filma hat pesin kirin.

Xelat

Xelata baştirîn film li festîvala filmê Norwêc.
Xelata taybet ji grûpê Dadgera li festîvala filmê Kan (Cannes Film Festival).
Xelata (BAFTA Film Award) ji bo derhênera filmî "Andrea Arnold". Her weha 16 xelatên cîhanî bi dest xwe ve înan û namzed bûbû bo wergirtina 22 xelatên cîhanî.

Hûrgilî


Welat: Brîtaniya, Holenda
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 14"ê May 2009"ê
Ciyê film girtin: Barking, London, England, Brîtaniya

No comments:

Post a Comment