2011/08/31

Mystic River (2003)

Șêwaz: Tawanbarî, Drama, Nihênî
Dem: 138 deqîqe
Derhêner: Clint Eastwood
Nivîskar: Brian Helgeland
Ekterên Filmî: Sean Penn, Tim Robbins û Kevin Bacon
Pûan li malpera IMDB: 8.0/10

Çîroka filmî

Jimmy Dave û Sean li zaroktiyê de biyarî kirinê ve mijûl bûn ku hênek kesan ji nişka ve Daveî di dizin. Piştî 25 salan ew her sê yên mezin bûyn lê hêşta ew rûdan ji bîr nekire.
Di bin rûdaneka nediyar de keça Jimmy dihê kuştin, Sean polîs e û hewil dide da ku bikujê keçê peyda bike. Hemû hizir dikin ku Daveî keça Jimmy ya kuştî û li ber hindê Jimmy niyeta kuştina Daveî dike.

Danasîna filmî

Mystic River yek ji filmên bîranînê ye ku ji hêla derhêner, bestekar, ekter û berhem hênerê bi navûdengê Emerîkî Clint Eastwoodî ve hatiye çêkirin. Mystic River filmê 24 ê ye ku ew derhênerî dike. Senaryo ya bi hêz, rola hunerî, artîstîk û gelek biserketiya Sean Penn û Tim Robbins û Flash backên bêqisûr ji hêz û şiyanên bêhempayên filmî ne. Ev filme hind bi tesîr e ku piştî 138 deqîqeya temaşe kirinê, hesteke din ji Eastwood di hizra min de peyda bû. Bi rastî ew ne bi tene ektereke ku rola kovboy ya di filma de dikir, ew derhênerekê jêhatî û dinya dîtiye.

Xelat 

Sean Penn û Tim Robbins her du di sala 2003´ê de xelata Oscarê ji bo baştirîn rola mêrî ya yekê û duyem bi dest xwe ve înan, her weha 54 xelatên cîhanî dest xwe ve înan û namzed bûbû bo wergirtina 65 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Awistralya
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 23´ê gulana 2003´ê
Ciyê film girtin: Bear dens, Long Crouch Woods, Franklin Park, Boston, Massachusetts, Emerîka
Butçeya filmî: $30,000,000 (tê texmîn kirin)

                           

No comments:

Post a Comment