2011/09/01

Conviction (2010)

Șêwaz: Drama, Biyografî
Dem: 107 deqîqe 
Derhêner: Tony Goldwyn
Nivîskar: Pamela Gray
Ekterên Filmî: Hilary Swank, Sam Rockwell û Melissa Leo
Pûan li malpera IMDB: 7.1/10

Çîroka filmî

Kenny Waters ji ber kuştina kesekî mehpûs dibe û bo heta hetayê dihê zîndan kirin. Lê malbata wî û bi taybet xuşka wî Betty bawerî bi hindê nîne ku birayê wê kujek e.
Betty gelek bi birayê xwe ve girêdaye û pir hez ji dike, ji ber hindê hewil dide da ku ewî bi rêyekî ji zîndanê rizgar bike. Ew dest bi xandina qanûnê li zanîngehê dike ta ku bikare rêyekî bo rizgar kirina birayê xwe ji zîndanê bibîne. Ew bi zehmet û nexweşî piştî çend salan  hinek delîl û belge bi dest xwe ve di îne.

Danasîna filmî

Conviction filmeke Drama û Biyografiye ku di sala 2010"ê de li gor çîroka rast ji hêla derhênerê Emerîkî Tony Goldwyn ve hatiye çêkirin. Film vegotina dilêrî û bêtirsî ya jinekê ye ji bo rizgar kirina birayê xwe yê zîndan kirî. Rolê jinkê Hilary Swank xodana 2 xelatin Oscarê dike.

Xelat 

Conviction li sala 2010"ê de 5 xelat bi dest xwe ve îna û namzed bûbû bo wergirtina 4 xelatên din.

Hejî gotinêye

Wek her car li filmên rast û Biyografî de li daviya filmî di bêjin ku ew kesên film li ser jiyana wan hatiye çêkirin rewşa wan ya çewa ye, lê di vî filmî de got û bêj li ser nehê kirin. Ew babet ku li dawiya filmî nehat gutin eve ye ku: Kenny Waters 16 sala li zîndanê ve bû û 6 heyva piştî derketin ji zîndanê, li ser dîwarekê 4 metrî jihalde ket û li ber derba mejî giyanê xwe ji dest de, helbet Betty Anne xuşka wî hêşta ya sax e û alîkariya wan kesan dike ku bê sûc û guneh li zîndana de grîftar dibin.


Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 11"ê îlona 2010"ê
Ciyê film girtin: Ann Arbor, Michigan, Emerîka
Butçeya filmî: $12,500,000 (tê texmîn kirin)



No comments:

Post a Comment