2011/08/22

Orphan (2009)

Șêwaz: Nihênî, Tirs
Dem: 123 deqîqe
Derhêner: Jaume Collet-Serra
Nivîskar: David Johnson
Ekterên Filmî: Vera Farmiga, Peter Sarsgaard û Isabelle Fuhrman
Pûan li malpera IMDB: 7.0/10

Çîroka filmî

Piştî Kate û John zarokê xwe ji dest da, biryar didin ku piçûkekî ji lênêrinxaneya zarokan bînin û xodan biken.
Ew diçin lênêrinxaneya zarokan û keçeka piçûk bi navê Estherê dê bixwe hilbijêrin, keçek li destpêkê de gelek ya rehet û bêguneh bû lê...

Danasîna filmî

Orphan filmekê nihênî û tirse ku di sala 2009"ê de ji hêla derhênerê Spanî Jaume Collet-Serra ve hattiye çêkirin. Jaume Collet-Serra di sala 1974-ê ji dayk bo û sê film bi navê (House of Wax 2005), (Goal II: Living the Dream 2007) û (Unknown 2011) di berhemên xwe da hene. Hejî gotinêye ku "Leonardo DiCaprio" ekterê binavûdengê Hollywoodê berhemhênerê vi filmiye. Mick LaSalle ku yek ji rexnegirên rojnama (San Francisco Chronicle)ye di bêje: Orphan filmekê tirse ku gelekî xweşe û her tiştê ku filmekê tirs de di viya hebe di vî filmî de tê dîtin, her çende ku babet dubareye lê hêşta şaşmayî û hêbetmendî têde heye. Peter Sarsgaard ekterê filmî di bêje: Orphan li gor çîrokên giyannasî hatiye çêkirin û ji ber hindê filmekê psîkolojiyê gelekî tirse û dê bînerî bi temamî tam di tirsîne. Li dawiyê, hejêkerên filmên tirs vî filmî ji xwe nekin.

Xelat

Filmê Orphan namzed bûbû bo wergirtina Xelata hilbijartiya xortên Emerîkayê (Teen Choice Awards) di sala 2009"ê de.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Kanada, Elmanya, Fransa
Ziman: Îngilîzî, Estonî
Dema weşandinê: 21"ê July 2009"ê
Cîyê film girtin: Centennial College, Toronto, Ontario, Kanada

No comments:

Post a Comment