2011/08/21

Casablanca (1942)

Șêwaz: Drama, Romantîk
Dem: 102 deqe
Derhêner: Michael Curtiz
Nivîskar: Julius J. Epstein
Ekterên Filmê: Humphrey Bogart, Ingrid Bergman û Paul Henreid
Pûan li malpera IMDB: 8.7/10

Çîroka filmê

Di nava şerê cîhaniya duyem de gelek Ewrûpî ji ber Elmana di revîn û di çûn bo Amerîkayê, lê ji bo çûna Amerîkayê di viya despêkê de biçin bo Casablancayê û li wê derê vîzeya derketinê bi dest xwe ve bînin, ku wergirtin wê gelek bi zehmet bû.
Di vê serdemî de qehwexaneya Rich çiyekê naskirî bo di Casablancayê de û Rick Blaine xwedêyê wê qehwexaneyê bû. Rich Amerîkiyekî bedbîn û pesîmîst bû ku ji welatê xwe ji ber egerên nediyar derketibû û nekariya bi zivre ve wê derê.

Danasîna filmê

Casablanca filmeke bêkêmanî û şahaneye, û şahkara romantîk li serdemê zêrîn li sînemaya klasîk de. Casablanca filmeke drama û romantîk e ku di sala 1942´ê de ji hêla derhênerê Macaristanî "Michael Curtiz" ve hatiye çêkirin. Casablanca yek ji filmên navdar di mêjûya sînemayê de ye. Ev film e di gel hêz û şîyana du ekterên bi nav û deng Humphrey Bogartê Amerîkî û Ingrid Bergman a Swedî, di cîhana sînemayê de hate nas kirin. Film bi diyalog a xwe yên pir heyecan û bi hêz binavûdeng e û di rêza daîmî û payedar di nav filmên klasîk li sînemayê de ciyeke taybet heye. Bi dîtina gelek rexnegir û bînera "Casablanca" baştirîn filme ku heta niha li sîstemê studyoya Hollywoodê hatiye çêkirin. Casablanca gelek caran li dengdana de baştirîn filmê romantîk di mêjûya sînemayê de hatiye hilbijartin.

Xelat

Casablanca di sala 1942´ê de 3 xelatên Oscar û 5 xelatên navneteweyî bi dest xistin û her weha namzed bûbû bo wergirtina 6 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Amerîka
Ziman: Îngilîzî, Fransî, Elmanî, Îtalî
Dema weşandinê: 26´ê mijdara 1942´ê
Ciyê film girtin: Flagstaff, Arizona, Amerîka
Butçeya filmê: $950,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment