2011/08/23

King Kong (2005)

Șêwaz: Aksiyon, Macera, Drama
Dem: 187 xolek
Derhêner: Peter Jackson
Nivîskar: Fran Walsh
Ekterên Filmî: Naomi Watts, Jack Black û Adrien Brody
Pûan li malpera IMDB: 7.5/10

Çîroka filmî

Carl Denham derhênerekê macerajoye. Ew digel nivîskarekî bi navê Jack Driscoll û keçeka ektere bi navê Ann Darrow ji bo çekirina filmekî diçin bo giravekê li Okyanûsa Hindî (Indian Ocean).
Ewan gelek çîrok û efsane li ser gorîleka gelekî mezin û ajelên berî dîrokê ku di wê giravê de dijiyan golê bibûn, lê ewan çîroka cidî nawergirin û gerîna xwe dest pê dikin.

Danasîna filmî

King Kong filmekê macera û aksiyone ku di sala 2005"ê de ji hêla derhênerê bi navûdeng Peter Jacksonî ve hatiye çêkirin. Peter Jackson ji welatê Zêlanda Nûye ku ji ber berhemên xwe yên balkeş wek (The Lord of the Rings 2001,2002,2003) û (District 9, 2009-ê) navdare. King Kong ji nû ve çêkirina filmekê kevne ku di sala 1933"de hatibû çêkirin. Butçe ya filmî li destpêkê 100 milyon dolara bo lê li dawiye de 207 milyon dolar ji bu drûst kirina filmî hate xerc kirin û li roja yekem ya nîşandanê 50 milyon dolara qezenc kir. Her weha pêtir ji 500 milyon dolara li hemû deveran û 100 milyon dolaran ji firotina DVD yên filmî qezenc kir. Roger Ebert rexnegirê binavûdeng di cîhana sînemayê de di bêje: Ev filme yek ji navdartirîn karê hunerî û destaniya modern di serdemê nû ye. King Kong di lîsteya 10 filmên serketî di sala 2005"ê de ye ku ji aliyê Roger Ebertî ve hate danan.

Xelat

King Kong di sala 2005"ê de 3 xelatên Oscar û 22 xelatên din standin, her weha namzed bûbû bo wergirtina 43 xelatên cîhanî.


Hûrgilî


Welat: Zêlanda Nû, Emerîka, Elmanya
Ziman: îngilîzî
Dema weşandinê: 5"ê December 2005"ê
Cîyê film girtin: Beach Road, Parnell, Auckland, Zêlanda Nû
Butçeya filmî: $207,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment