2011/08/19

Million Dollar Baby (2004)


Șêwaz: Drama, Spor
Dem: 132 deqîqe
Derhêner: Clint Eastwood
Nivîskar: Paul Haggis
Ekterên Filmî:  Hilary Swank, Clint Eastwood û Morgan Freeman
Pûan li malpera IMDB: 8.1/10

Çîroka filmî

Maggie Fitzgerald daxwazeka zêde ji rahînerekê pîr dike da ku ewê ferî boksanê bike û stîla pêşbirkeya boksanê nîşana wê bide da ku bibe qehremana boksanê li cîhanê de.
Ew gelek rahînana dike û dikare şampiyoniya cîhanê de beşdarî bike. Dijberê wê li şampiyonê de, keçeka tore û bê exlaqe, Maggie dikare pêşbirke da ser bikevê lê dijberê wê tore dibe û...

Danasîna filmî

Million Dollar Baby çîroka ewan mirovaye ku bi tenêne û li jêrtirîn şûn û cî li civatê de dijîn, mirovên bêkes û bi tenê ku peywendî digel malbata xwe nîne. Million Dollar Baby li gor çîrokên nivîsar bi navê (Rope Burn) bi destê Paul Haggis ve hate nivîsandin. Ev filme, fîlmekê drama û spor e ku di sala 2004´ê de ji hêla derhêner, bestekar, ekter û berhemhênerê bi navûdengê Emerîkî Clint Eastwood ve hatiye çêkirin. Clint Eastwood ji bilî beşdarî di filmî de, muzîka filmî jî ya çêkirî û her weha li 76 saliyê de pîrtirîn derhêner bu ku xelata Oscarê ji bo çêkirina vî filmî bi dest xwe ve îna.


Million Dollar Baby bi efektên pêşketî di sînemayê de ne hate çêkirin, ev filme bi pare û butçeya gelekî kêm hate çêkirin û fokus li ser xisûsiyet yan fonksiyon, hest û bi tenê bûna karakteran hate kirin û berhemek jê hate afirandin ku yekser dilê mirovan de cihê xwe di veke. Film bidîqet ji aliyê wênegirî ve hatiye wêne kirin û bi kar anîna pir piçûk û zirav ji ronahî û sîbera û hilbijartina rengên nerm, filmî wekî filmên klasîkî li dike û delîveyê dide bînerî da ku hizra xwe di rengên filmî de bike.

Xelat

Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn film di sala 2004´ê. Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn derhêner "Clint Eastwood". Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn rolê zelamî ya duyem "Morgan Freeman". Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn rolê jinê ya serekî "Hilary Swank". Her weha 55 xelatên cîhanî bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 32 xelatin din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, îrlandî
Dema weşandinê: 15´ê çileya pêşîna 2004´ê
Ciyê film girtin: Hollywood Athletic Club-6525 W. Sunset Blvd., Hollywood, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $30,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment