2011/08/19

Incendies (2010)

Çîroka filmî
 çîrok li ser xuşkûbirayekê ye ko ji Kanada yê diçin bo derûdorê sînorê Libnan û Filistînê da ko name yên deyka xwe ko li wesîyetname de ji wan daxaz di ket, bigehînin babê xwe ku ewan ji piçûkatîyê hizir di kir yê mirî û birayekê xwe, ko ewan her ne dizanî yê hey....


Danasîna filmî
 Incendies fîlmekê drama yê Kanadîye ku di sala 2010 ê de ji hêla derhênerê Kanadî "Denis Villeneuve" ve hat çêkirin.
Metna pêşî ya filmî her ji layê Denis Villeneuve ve hate nivêsin ko veguhestineka azad bo ji "Wajdi Mouawad" ko li sala 2003 ê de hat nivîsandin.
Filim bi zimanê fransî hatîye çêkirin û mafê belavkirina filmî li welatê Amerîkayê ji layê kompanîya Sony ve hate kirînê.


Xelat
Incendies namzed bibo bo wergirtina xelatê Oscarê û xelatê baştirîn rolê jinê ya serekî ,baştirîn wêne,baştirîn jêkirin û li ser forma xebitîn û baştirîn deng li welatê Kanadayê bi dest xwe ve îna û her wesa li sala 2010 ê de ev filme ji layê grûpê rexnegirên filma li Toronyê ve baştirîn filmê kanadayê hat helbijartin.


Șêwaz : Drama, Nihênî
Dem : 130 xolek
Derhêner : Denis Villeneuve
Nivîskar : Denis Villeneuve
Ekterên Filmî : Lubna Azabal, Mélissa Désormeaux-Poulin û Maxim Gaudette
Pûan li malpera IMDB : 8.2/10



No comments:

Post a Comment