2011/08/21

Moulin Rouge! (2001)


Șêwaz: Drama, Muzîkal, Romantîk
Dem: 127 deqîqe
Derhêner: Baz Luhrmann
Nivîskar: Baz Luhrmann
Ekterên Filmî: Nicole Kidman, Ewan McGregor û John Leguizamo
Pûan li malpera IMDB: 7.6/10

Çîroka filmî

Christian hozanvan û nivîskarekê genc ji Îngilistanê ye. Ew di sala 1899"ê de diçe bo taxê Montmartre li Parîsê, da ku ciyêkê di nav kulturê bohem li ser wî demî de bixwe peyda bike.
Christian li despêka jiyana nû li wêrê, di evîna keçekê bi navê Satine de giriftar dibe. Satine li kabareya Moulin Rouge de kar dike û stêre di wî ciyê de.

Danasîna filmî

Moulin Rouge filmekê muzîkal û romantîke ku di sala 2001"ê de ji hêla derhênerê Awistralî "Baz Luhrmann" ve hate çêkirin. Ev filme berhemê Awistralya û Emerîka ye. Têgeha orîjînal di filmî de li gor çar peyvên serekî, "rastî, azadî, evînî û cwaniyê" hate danan. ciye filmî gelek fantazî û pir ji rengên cwan e, herweha sehneyên xemgîn di filmî de weha bi cwanî û nazikî hate nexş kirin  ku bîner ji xemgînî, nezelalî, tirs û endîşeya evînê hez dike. Muzîka filmî saxtî kirina dobare ya gelek berhem û şahkarên huneriye ku nîşan dana hêz û şiyana karên berê ji sînema û muzîkê ye.

Stiranên filmî

Stirana (Nature Boy) ji  (Nathaniel Adams Coles)
Stirana (The Sound of Music) ji  (Julie Elizabeth Andrews)
Stirana (Children of the Revolution) ji grupê (T.Rex )
Stirana (Diamonds Are A Girl's Best Friend) ji (Marilyn Monroe)
Stirana (Material Girl) ji (Madonna)
Stirana (Your Song) ji (Sir Elton Hercules John)
Stirana (Roxanne) ji (Gordon Matthew Thomas Sumner)
Stirana (The Show Must Go On) ji grupê (Queen)
Stirana (Like a Virgin) ji (Madonna)


Xelat

Moulin Rouge! li festîvala filmê Kan (Cannes Film Festival) li Fransayê namzed bûbû bo wergirtina xelata Gold Palm ji bo baştirîn film. Li festîvala filmê Hollywood, xelata baştirîn filmê sala 2001 ê dest xwe ve îna. Xelata Oscar ji bo baştirîn derhênerê hunerî û sehnesazî ,dekor û cilûberga. Xelata Oscar ji bo baştirîn dizayn kirina cilûbergan, û her weha 69 xelatin cîhanî bi dest xwe ve înan û namzed bûbû bo wergirtina 82 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Awistralya
Ziman: Îngilîzî, Fransî
Dema weşandinê: 9"ê May 2001"ê
Cîyê film girtin: Fox Studios, Moore Park, Sydney, New South Wales, Awistralya
Butçeya filmî: $52,500,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment