2011/08/17

The Fall (2006)

Șêwaz: Drama, Macera, Fantazî
Dem: 117 deqîqe
Derhêner: Tarsem Singh
Nivîskar: Dan Gilroy
Ekterên Filmî: Lee Pace, Catinca Untaru û Justine Waddell 
Pûan li malpera IMDB: 7.9 /10

Çîroka filmî

Li nexweşxaneyek li bajarê Los Angelesê de keçeka piçûk bi navê Alexandria ku destê wê şkestî ye mêrekî bi navê Roy Walkerî di bîne. Roy walker ji piştê bo binî ve yê şelelbûy û nikare rêve biçe. Ew her roj bo Alexandria yê çîroka di bêje û ji bo her çîrokê hebeka morfînê ji wê di xwazie.

Danasîna filmî

The Fall şahkar û berhemekê yekane û bêhempa ye ku di sala 2006´ê de ji hêla derhênerê Hindistanî Tarsem Singh ve hatiye çêkirin. Ewî berî niha filmê pir ecêb û balkêş bi navê The Cell di sala 2000´ê de di berhemên xwe de hebû. The Fall gewhereka yekane di nav filman da, û çîroka wê pire ji destanêt xweş. Rolê keça bûçîk di nav filmî de gelek ya bi hêz e û xweşiya filmî zêdetir dike. Filmê The Fall li 26 locationa û li 18 welatên cîhanê wekî (Hindistan, Tirkiye, Îndonezya, Afrîkaya başûr, Çin, Îtalya, Misir û Bolîvya) de hate wêne kirin. Herçende ku şûna filmî tevgerek yan Surrealîzme, lê derhênerê filmî di bêje, ji bo sehne yên filmî komputer bi kar ne înaye û ew sehne yên yekane û bêhempa di locationên rast de hatiye wêne kirin. Bo min dîtina filmê The Fall wek gerîn û sefereka destanî bu, gerînek pir ji reng û dîmenên xweşik û çîrokên geş. Hejî gotinê ye Afîşa filmî li gor kevala binavûdeng ji hunermendê mezinê Surrealîzm (Salvador Dalí) ve hate çêkirin. Hîvî dikim hûn ji wekî min ji dîtina filmî kêfxweş bibin.

Xelat

The Fall li sala 2006´ê de 3 xelat wergirtin û namzed bûbû bo wergirtina 4 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Hindistan
Ziman: Îngilîzî, Romanî
Dema weşandinê: 9´ê îlona 2006´ê
Ciyê film girtin: Taj Lake Palace, Lake Pichola, Udaipur, Rajasthan, Hindistan 

                          

2 comments:

  1. yek ji cwantrîn chîrokêt hatîye nivîsandin bo filmî. Her bijî Tarsem Singh û filmên modern :)

    ReplyDelete
  2. pûan: 9/10

    ReplyDelete