2011/08/17

Bride Flight (2008)

Çîroka filmî
  Filim çîroka sê jinin Holendîye ku piştî cenga cîhanîya duyem li sala 1953 ê de beref welatê Zêlanda Nû di çin da ku bigehen dezgirên xwe,û li wêrê jîyaneka nû dest pê biken.


Danasîna filmî
"Bride Flight"  fîlmekê drama yê Holendîye ku di sala 2004 ê de ji hêla derhênerê Holendî "Ben Sombogaart" ve hat çêkirin.
Filim bi zimanê Holendî û Inglîzî ye ku li welatin Holend û Luxembourg ê hatîye çêkirin.
Bi gotina malpereka Zêlanda Nû bi navê "flicks" ev filme bihatrîn filmê sînemaîya Holendîye ku heta nuha hatîye çêkirin.
Ev filme li ser bingehê çîrokeka pirfiroş bi navê (bi Holendî :Bruidsvlucht) bi nivêsîna "Marieke van der Pol"ve hat çêkirin.


Xelat
Bride Flight li sala 2008 ê xelatê (Golden and Platin Film, Netherlands)ji bo baştirîn filmê drama û xelatê (Golden Calf) ji bo baştirîn rolê jinê ya duyem bo "Pleuni Touw" bi dest xwe ve îna, û  her wesa namzed bibo bo wergirtina baştirîn rolê mêrî ya duyem li festîvala filmê Holenda.


Șêwaz : Drama
Dem : 130 xolek
Derhêner : Ben Sombogaart
Nivîskar : Marieke van der Pol
Ekterên Filmî :  Karina Smulders, Anna Drijver û Elise Schaap
Pûan li malpera IMDB : 6.9/10



No comments:

Post a Comment