2011/08/16

Eternal Sunshine of the Spotless Mind (2004)


ȘêwazDrama, Romantîk, Zanistî xeyalî
Dem108 deqîqe
Derhêner: Michel Gondry
Nivîskar: Charlie Kaufman
Ekterên Filmî: Jim Carrey, Kate Winslet û Tom Wilkinson
Pûan li malpera IMDB: 8.4/10

Çîroka filmî

Joel û Clementine gelek bîranîn bi hevdu re hene, lê ewan divê biçin bo klînîka bijîşkî û bi rêya tixebitîna mejî ewan bîranînên ku bi hevdu re hene jê biben.
Teknîsyenên kîlînîkê cihê bîranînê ku wekî piniyên spî di mejî de diyarin nas diken û piştî wê ewan piniyên spî û wekî ronahiyê jê dibin. Piştî vê tixebitînê divê ew yek û du ji bîr bikin lê...

Danasîna filmî

Eternal Sunshine of the Spotless Mind fîlmeke drama ye ku di sala 2004´ê de ji hêla derhênerê Fransî Michel Gondry ve hatiye çêkirin. Binyat û avahiya filmî têkelkirina zanistî û tevgerek (Surrealîzm)e da ku bikare siruşt û şîreya bîr û hiş û evîniyê keşif bike. Yek ji babetên giring di filmî de rola Jim Carrey ye ku vê carê ewî di roleka cuda de di bînîn. Jim Carrey di filmî de xeşîm, kêm axiftin û şermîne, ewî bo hemû bînera diyar kir ku ji bilî rolên komêdî, dikare rolên din jî bi başî bike.

Xelat

Eternal Sunshine of the Spotless Mind di sala 2004´ê de xelata Oscarê û 45 xelatên cîhanî bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 54 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 19´ê adara 2004´ê
Ciyê film girtin: 123 Valentine Lane, Yonkers, New York, Emerîka
Butçeya filmî: $20,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment