2011/08/16

Forrest Gump (1994)


Șêwaz: Drama, Romantîk
Dem: 142 deqîqe
Derhêner: Robert Zemeckis
Nivîskar: Winston Groom
Ekterên Filmî: Tom Hanks, Robin Wright û Gary Sinise
Pûan li malpera IMDB: 8.7/10

Çîroka filmî

Forrest Gump kesekê xeşîm e ku li rawestgeha otobusê rûniştiye. Digel hatina jinekê bo ciyê ew lê rûniştî, Forrest Gump çîroka jiyana xwe di bêje.
Forrest demê ku ji dayk boy nexweşiya hiş û laşî peyda dike û li ber hindê ji hemû hevalên xwe yên dibistanê kêslantire, lê li gor hindek rûdana biserketinên gelekî baş bi dest xwe ve di înê. Ew diçe di nav şerê Viyetnamê de û dibe qehreman, digel kesên mezin yên polîtîkî hev dîtinê dike û her weha evîndar dibe û...

Danasîna filmî

Forrest Gump fîlmeke drama ye ku di sala 1994´ê de ji hêla derhênerê Emerîkayî Robert Zemeckisî ve hatiye çêkirin. Ewî berî niha filmên (Back to the Future 1985,1989,1990) li sê beşan de û (Cast Away 2000) li berhemên xwe de hene. Filmê Forrest Gump biserketin û pêşdeçûneka gelekî mezin bu di jiyana wî ya derhênerî yê de. Film bi hevkariya kompaniya Paramount Picturesê û li gor roman Forrest Gump û nivêsîna Winston Groom ve hate çêkirin. Forrest Gump biserketineka mezin ya ticarî bu ku 673 milyon dolaran hatiye firotin û yek ji pirfiroştrîn filmên Emerîkî di wê salê de bu. Forrest Gump yek ji xweşiktirîn çîroka yê ku hatiye berhem kirin.

Xelat

Forrest Gump di sala 1994´ê de 6 xelatên Oscar û 32 xelatên cîhanî bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 40 xelatên din. Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn film di sala 1994´ê. Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn derhêner (Robert Zemeckis). Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn metna pêşî ya filmî bo (Eric Roth). Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn rola serekî yê filmî bo (Tom Hanks). Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn jêkirin û li ser forma xebitîn (Film editing) bo (Arthur Schmidt). Bi dest xistina xelata Oscarê ji bo baştirîn tesîrkarên taybetî (Special Effects) di filmî de.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 23´ê hezîrana 1994´ê
Ciyê film girtin: Ambassador Hotel - 3400 Wilshire Boulevard, Los Angeles, California, Emerîka
Butçeya filmî: $55,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment