2012/12/08

Tinker Tailor Soldier Spy (2011)


Șêwaz: Drama, Nihênî, Heyecan
Dem: 127 deqe 
Derhêner: Tomas Alfredson
Nivîskar: Bridget O'Connor, Peter Straughan                          
Ekterên Filmê: Gary Oldman, Colin Firth û Tom Hardy
Pûan li malpera IMDB: 7.1/10

Çîroka filmê 

Şerê sar ku di navîna sedsala 20'an de rûdabû zerarê digihîne têkîliyên navneteweyî. Servîsa casûsiya Îngîlîztanê ku wek “Sirk” tê binav kirin li aliyekî hewl dide baweriya Brîtnayayê pêk bîne û li aliyekî din jî bi welatên din re hevrikiyê bike.

Danasîna filmê 

“Tinker Tailor Soldier Spy” dramayeke bi heyecan e ku ji hêla derhênerê Swêdî Tomas Alfredson ve hatiye çêkirin. Film li ser mijara casûsiyê ye û ji romana John le Carré hatiye vegûhestin. Di ekîba vî filmê de lîstikvanên navdar wek Gary Oldman, Colin Firth, Mark Strong û Tom Hardy cîh digrin.

Xelat 

” Tinker Tailor Soldier Spy” di sala 2011´ê de 24 xelat bi dest xistin, her weha hatibû helbijartin bo 3 xelatên Oscarê û 50 xelatên din.

Hûrgilî 

Welat: Franse, Îngîlîztan, Elmanya
Ziman: Îngilîzî, Rûsî, Fransî, Hungarî
Dema weşandinê: 5´ê îlona 2011´ê
li fetsîvala filmê Venice hate weşandin
Ciyê film girtin: Victoria and Albert Museum, South Kensington, London, Îngîlîztan
Butçeya filmê:
£20,000,000 (tê texmîn kirin)


No comments:

Post a Comment