2012/12/09

The Girl with the Dragon Tattoo (2011)


Șêwaz: Tawanbarî, Drama, Nihênî
Dem: 158 deqe 
Derhêner: David Fincher
Nivîskar: Steven Zaillian, Stieg Larsson         
Ekterên Filmê: Daniel Craig, Rooney Mara û Christopher Plummer
Pûan li malpera IMDB: 7.9/10

Çîroka filmê 

Mikael Blomkvist rojnamevanekî îdealîzm e ku li bajarê Stockholmê dijiye. Ew nêzik de bikeve hepsê û keçika hacker a asosyal, cirnexweş û bideq bi navê Lisbeth Salander ku ji wî alîkariyê dike da ku nîşanên cînayetekê derbêxin.
Lê rojnamevan dikeve rewşeke xirab de û ji nêçîrvaniyê dikeve nêçîr bûnê...

Danasîna filmê 

“The Girl with the Dragon Tattoo” ji romana Stieg Larssonî bo sînemayê hatiye vegûhestin. Ev film e ji aliyê "David Fincher" î ve û bi hevkarî ya şîrketa Sony û Columbia Picturesê hatiye çêkirin. "David Fincher" î berî niha filmên gelekî xweş wekî (Seven 1995), (Fight Club 1999), (Benjamin Buttons otroliga liv 2008) û (The Social Network 2010) di berhemên xwe de hene. Di filmê de lîstikvanê navdar "Daniel Craig" li rola "Mikael Blomkvist" î dê leyîse. "Daniel Craig" li sala 1968´an de li Îngiltere yê ji dayik bû, ew 60´emin "James Bond" ji zencîre ya filmên casûsî yê James Bond î ye.

Xelat 

“The Girl with the Dragon Tattoo” di sala 2011´ê de xelateke Oscarê û 12 xelatên din bi dest xistin, her weha hatibû helbijartin bo 34 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Amerîka, Swêd, Norwêc
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 12´ê çileya pêşîn 2011´ê
Ciyê film girtin: Flughafen Zürich Kloten, Kloten, Kanton Zürich, Swîsre û Swêdê  
Butçeya filmê: $90,000,000 (tê texmîn kirin)


No comments:

Post a Comment