2012/12/10

Contagion (2011)


Șêwaz: Drama, Zanistî Xeyalî, Heyecan
Dem: 106 deqe 
Derhêner: Steven Soderbergh
Nivîskar: Scott Z. Burns
Ekterên Filmê: Matt Damon, Kate Winslet û Jude Law
Pûan li malpera IMDB: 6.7/10

Çîroka filmê 

Beth Emhoff piştî ku ji gerokê karê vedigere piştî 2 rojan dimire. Doktor ji mêrê wê re dibêjin ku ew fam nekirine ku ka çima jina wê miriye. Piştî demeke heman nîşane di mirovên din de jî derdikevin û dimirin.
Herweha ew nexweşî li hemû cîhanê belav dibe. Mirov niha hem hewl didin canê xwe rizgar bikin û hem jî hewl didin ku di nava jiyana civakî ku hatiye asta xirab bûnê de bimînin.

Danasîna filmê 

Steven Soderbergh xwediyê xelata Oscarê ev car bi sehneyên xwe yên aksiyon û rakêşî derdikeve pêşberî bîneran. Ew berî niha filmên gelekî xweş wekî (Traffic 2000), (Ocean's Eleven 2001), (Ocean's Twelve 2004) û (Ocean's Thirteen 2007) di berhemên xwe de hene.Di vî filmê de lîstikvanên naskirî wek Matt Damon, Kate Winslet, Laurence Fishburne û Jude Law cîh digrin. 

Xelat 

Filmê “Contagion” di sala 2011´ê de 2 xelat bi dest xistin, her weha hatibû helbijartin bo 6 xelatên din.

Hûrgilî 

Welat: Amerîka, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî
Ziman: Îngilîzî, Mandarin
Dema weşandinê: 3´ê
îlona 2011´ê li fetsîvala filmê Venice hate weşandin
Ciyê film girtin: Atlanta, Georgia, Amerîka 
Butçeya filmê: $60,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment