2012/12/11

Conan the Barbarian (2011)


Șêwaz: Aksiyon, Macera, Fantazî
Dem: 113 deqe 
Derhêner: Marcus Nispel
Nivîskar: Thomas Dean Donnelly, Joshua Oppenheimer
Ekterên Filmê: Jason Momoa, Ron Perlman û Rose McGowan
Pûan li malpera IMDB: 5.2/10


Çîroka filmê 

Conanê Barbar ku ji eşîra Kimmeriyê ye ji bo standina tola malbat û gûndê xwe yê talan kirî şerê hêzên xirab dike. Kimmeri xelkeke mihacir û ji ecdadê hind û ewropî li serdema berê bûn.

Danasîna filmê 

Film ji romana Robert E. Howard e ku bi eynî navî hatiye vegûhstin. Derhênerê filmî ”Marcus Nispel”ê Elman e ku berî niha filmên wekî (The Texas Chainsaw Massacre 2003), (Friday the 13th 2009) û (Pathfinder 2007) di berhemên xwe de hene. Popularîteya “Conan the Barbarian” ji sala 1982´ê dest pê kir, dema ku çîroka (comic book) a Conan the Barbarian li hemû meha sê ta çar cara dahê weşandin û bi dû re filmê wê bi lîstika Arnold Schwarzeneggerî kete vîzyonê.

Hûrgilî

Welat: Amerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 11´ê
tebaxa 2011´ê
Ciyê film girtin: Bulgaristan 
Butçeya filmê: $70,000,000 (tê texmîn kirin)


1 comment: