2012/12/01

50/50 (2011)

Șêwaz: Komedî, Drama 
Dem: 100 deqîqe 
Derhêner: Jonathan Levine 
Nivîskar: Will Reiser 
Ekterên Filmî: Joseph Gordon-Levitt, Seth Rogen û Anna Kendrick 
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10


Çîroka filmî 

50/50 serpêhatiya zilameke ciwan nîşan dide ku dikeve nexweşiya kanserê de û vê yekê ji bo kifş kirin û fam kirina jiyanê ji xwe re dike delîve.

Danasîna filmî 

50/50 filmeke drama ye ku di sala 2011ê de ji hêla derhênerê Emerîkî Jonathan Levine ve hatiye çêkirin. Senario ya filmê ji aliyê Will Reiser ku bixwe jî bi nexweşiya kanserê re têdikoşe hatiye nivîsandin. 50/50 behsa hevaltî, hewil dana mayîna li jiyanê û hez kirinê dike.

Xelat 

Filmê “50/50” di sala 2011ê de 8 xelat bi dest xistin, her weha hatibû helbijartin bo du xelatên Golden Globe û 9 xelatên din.

Hûrgilî 

Welat: Emerîka 
Ziman: îngilîzî 
Dema weşandinê: 12´ê îlonê 2011´ê li fetsîvala navneteweyî ya filmêToronto yê hate weşandin
Cîyê film girtin: Seattle, Washington, Emerîka
Butçeya filmî: $8,000,000 (tê texmîn kirin)


No comments:

Post a Comment