2012/11/30

To Rome with Love (2012)

Șêwaz: Komedî, Romantîk 
Dem: 112 deqîqe 
Derhêner: Woody Allen 
Nivîskar: Woody Allen 
Ekterên Filmî: Woody Allen, Penélope Cruz û Jesse Eisenberg 
Pûan li malpera IMDB: 6.4/10


Çîroka filmî 

Jerry derhênerê operayê ye ku demeke ji karê xwe teqawid bûye. Ew digel xanima xwe, ji bo ku destgirtiyê keça xwe ya Îtalî Michelangelo yê binase diçe Romayê. Jerry li wê derê bavê Michelangelo "Giancarlo" yê dinase.
Jerry dibîne ku Giancarlo bi baş strana solo ya operayê dibêje û biryar dide ku wî bide nasandin û bi vî avahî jî kariyera xwe ji nû ve zindî bike.

Danasîna filmî 

Derhêner Emerîkî Woody Allen ku bi filma xwe ya sala çûyî bi navê ”Midnight in Paris” gelek deng vedabû ev car piştî Parîsê diçe Romayê. Woody Allen di 44'emîn filma xwe a bi navê ”To Rome With Love” de piştî navbereke dirêj wek lîstikvan jî cîh digre. Di ekîba vî filmê de lîstikvanên navdar wek Roberto Benigni, Penélope Cruz, Alec Baldwin, Greta Gerwig, Ellen Page û Jesse Eisenberg cîh digrin. Film bi lîstikvanên xwe û him jî bi dîmenên xwe hêjayî temaşe kirinê ye.

Hûrgilî

Welat: Emerîka, Îtalya, Spanya 
Ziman: îngilîzî, îtalî 
Dema weşandinê: 20´ê nîsanê 2012´ê 
Ciyê film girtin: Trastevere, Rome, Lazio, Îtalya

No comments:

Post a Comment