2012/10/01

A Bittersweet Life (2005)

Șêwaz: Aksiyon, Tawanbarî, Drama
Dem: 120 deqîqe
Derhêner: Jee-woon Kim
Nivîskar: Jee-woon Kim
Ekterên Filmî: Jeong-min Hwang, Yu-mi Jeong û Ku Jin
Pûan li malpera IMDB: 7.8/10

Çîroka filmî

Sun-woo bikujekê profesyonel e ku di bajarê Sêûlê de ji bo kesekî bi navê Kang kar dike. Kang serokê mafyayê ye û şika ji dezgira xwe ya ciwan dibe, li ber hindê Sun-wooî memûr dike da ku bi dû dezgira wî re biçe û heger bêbextîyek jê dît ewê bikuje.
Lê Sun-woo ku berî niha bikujekê bêrehm û dilreq bû xeletiyeke piçûk dike ku di pîşeyê wî de nagunce. Ew hez ji dezgira serokê xwe dike.

Danasîna filmî

A Bittersweet Life yan bi korêyî "Dalkomhan insaeng" filmeke aksiyon û tawanbarî ye ku di sala 2005´ê de bi derhênan û nivîsandina Jee-woon Kim ve hatiye çêkirin. Jee-woon Kim di sala 1964´ê de ji dayik bû. Ew di sala 1998´ê de bi filmê "The Quiet Family" dest bi çêkirina filman kir û di sala 2000´ê de bi filmê "The Foul King"ê di festîvala filman da hate naskirin.
Li van çend salên çûyî de gelek filmên tawanbarî û tirs ji Korêya û Japonê wek "Old Boy" û "No Place to Hide" hatine çêkirin, lê bi cesaret mirov dikare bêje ku ev film e li hevberî digel wan filman gelek baştir e û wek berhemên David Lynchî hatiye çêkirin. A Bittersweet Life filmeke noir û nûjen e ji sînemaya Korêya yê ku bêguman dikare temaşevanên xwe dilxweş bike.

Xelat

A Bittersweet Life di sala 2005´ê de 4 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo xelatek din.

Hûrgilî

Welat: Komara Korêya Başûr
Ziman: korêyî, rûsî
Dema weşandinê: 1´ê nîsana 2005´ê
Cîyê film girtin: Komara Korêya Başûr

 

No comments:

Post a Comment