2012/09/06

The Hunger Games (2012)


Șêwaz: Aksiyon, Macera, Zanistî Xeyalî
Dem: 142 deqîqe
Derhêner: Gary Ross
Nivîskar: Gary Ross, Suzanne Collins
Ekterên Filmî: Jennifer Lawrence, Josh Hutcherson û Liam Hemsworth
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10

Çîroka filmî

75 salan berî dema filmî li pêşerojeka nediyar de li ciyekî bi navê Panem, piştî şorişeke mezin peymana aştiyê tê danan. Li gor vê peymanê her salê carek du kes ji hevwelatiyên her beş ji welatê Panemê (kur û keçek di navbera 12 ta 18 saliyê) bi yanesîb têne hilbijartin ta ku di şerê mirinê de ku wek li hev xistina Gladiatorên Romê bû beşdariyê bikin.
Li heftê û çaremîn dewre ji pêşbirkeya kuştinê (Hunger Games) de keçek bi navê Primrose Everdeen wek nûnerê devera xwe tê hilbijartin...

Danasîna filmî

Weha ku diyar e Hunger Games bi karekî giring tê meydanê de. Niha ku rêzeçîrokên Harry Potterî bi dawî hatiye û zencîrefilmên Twilightê jî hate qedandin, Ev film e divê valayiya evan berhema tijî bike. Çîroka Hunger Games dagirtiye ji beşên ku ji berhemên din hatiye wergirtin. Ji serpêhatiyên Theseus di mîtolojiya yûnanî bigire ta li hev xistina Gladiatorên Romayî û herweha rêzefilmê televîzyonî ya Doctor Who û Star Trek. Gary Ross derhênerê filmî bi bîrtûjî sehneyên şerî û şidetê wendabûyî û bêdeng nîşan dide da ku bandora şidetê di filmî de kêm bibe û filmê wî di rêza PG-13´ê de bihê danan.

Xelat

The Hunger Games di sala 2012´ê de 12 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 7 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 12´ê adara 2012´ê
Ciyê film girtin: Cedar Mountain, North Carolina, Emerîka
Butçeya filmî: $78,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment