2012/04/26

The Count of Monte Cristo (2002)


Șêwaz: Macera, Drama, Romantîk
Dem: 131 deqîqe
Derhêner: Kevin Reynolds
Nivîskar: Alexandre Dumas père, Jay Wolpert
Ekterên Filmî: Jim Caviezel, Guy Pearce û Richard Harris
Pûan li malpera IMDB: 7.6/10

Çîroka filmî

Edmond Dantes deryavanekê xort e ku ji ber zikreşiya hevalê xwe yê xayin, 13 salan dikeve di nav zîndanekê di giraveke xofdar de û ji evîna xwe dûr dikeve.
Li zîndanê de Edmond keşeyekê Îtalî bi navê Fariayî nas dike ku ew ji nihênîtiya xezîneyekî veşartî li girava Monte Cristo yê ji bo wî behs dike. Edmond hes dike xezîneya ku li girava Monte Cristo yê veşartiye peyda bike, lê divê herî zû xwe ji zîndanê xilas bike.

Danasîna filmî

Filmê The Count of Monte Cristo li gor romana nivîskarê fransî Alexandre Dumas ve hatiye çêkirin. Alexandre Dumas (1802- 1870) roman nivîsê navdarê fransiye ku leqebê wî qiralê Parîsê ye û ji ber romanên xwe yên binavûdeng wek, Christine (1827) Le capitaine Paul (1838)Un mariage sous Louis XV (1841) Les trois mousquetaires (1844) û Le Comte de Monte-Cristo (1844-45) yê navdar e. Yekem filmê The Count of Monte Cristo di sala 1975"ê de û filmê duyem di sala 2002"ê de bi derhênana Kevin Reynoldsê Emerîkî hate çêkirin. Her weha di sala 1998"ê de zencîrefilmekî televîzyonî ji vê çîrokê hatiye durist kirin.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Brîtanya, Îrland
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 23"ê January 2002"ê
Cîyê film girtin: Ardmore Studios, Herbert Road, Bray, County Wicklow, Îrland
Butçeya filmî: $35,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment