2012/04/26

Contraband (2012)


Șêwaz: Aksiyon, Tawanbarî, Drama
Dem: 109 deqîqe
Derhêner: Baltasar Kormákur
Nivîskar: Aaron Guzikowski, Arnaldur Indriðason
Ekterên Filmî: Mark Wahlberg, Giovanni Ribisi û Kate Beckinsale
Pûan li malpera IMDB: 6.5/10

Çîroka filmî

Chris qaçaxçiyekî zîrek û pispor e, lê piştî zewicînê biryar dide da ku dest ji karê qaçaxçîtiyê berde. Andy birayê jina Chrisî demeke ku ketiye di nav karê kirîn û firotina kokaînê de û ji ber hindê canê wî ya rîskê de.
Chris ku jiyana Andy û malbata xwe di xeterê de di bîne mecbûr dibe ku careke din bikeve di nav karê qaçaxiya de.

Danasîna filmî

Contraband jinûveçêkirina filmekê Îslandiye bi navê Reykjavík Rotterdam ku Baltasar Kormákur derhênerê filmê Contraband rolê serekî di versîyona filmê Îslandî de hebû. Roger Ebert rexnegirê sînemayî di bêje: "Baltasar Kormákur mesûliyeta çêkirina filmî ser xwe hilgirt da ku diyar bike her lîstîkvanek dikare filmên weha zibil çê bike, lê heger delîveya derhêneriyê dest wî bikeve." Filmê Contraband belkî bikare bo çend deqîqeya bîneran bi heyecan bîne, lê yekcarî û bo 109 deqîqeya nikare we bike. Ji bo karekî weha mezin pewîstiya bi çîrokeka bi hêz û derhênerekî baş hebû, lê binyata filmî biendîşe û bênîzam hatiye danan û sewiyeya hêza çêkirina filmî gelek kêm e.

Hûrgilî


Welat: Emerîka, Brîtanya, Fransa
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 12"ê January 2012"ê
Cîyê film girtin: New Orleans, Louisiana, Emerîka
Butçeya filmî: $25,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment