2011/09/26

Jiyan (2002)

Șêwaz: Drama
Dem: 94 deqîqe
Derhêner: Jano Rosebiani
Nivîskar: Jano Rosebiani
Ekterên Filmî: Kurdo Galali, Pirshang Berzinji û Choman Hawrami
Pûan li malperê IMDB: 6.4 /10

Çîroka filmî

Diyari kesekê kurd e ku li welatê Emerîkayê dijît, ew 5 sala piştî kîmyabaran kirina bajarê Helebceyê dê vegerê bo welatê xwe da ku li bajarê Helebce lênêrinxaneyekê ji bo zarokên êtîm ava bike. Li wêre ew keçeka êtîm bi navê Jiyan nas dike ku hemû kesên xwe ji dest daye û di gel kurê xalê xwe Sherkoyî dijît...

Danasîna filmî

Jiyan filmekê Dramaye ku li sala 2002"ê de ji hêla derhênerê Kurd "Jano Rosebiani" ve hat çêkirin. Li 16 adara 1988"ê de 5 roj li berî cejna Newrozê firokeyên Iraqî bajarê Helebceyê kîmyabaran di ken ku encamên wê mirina 5000 jin, zelam û zarokên bêguneh bû û pitir ji 9000 kesan seqet û netemam bûn. Filmê Jîyan rastîya jîyana kurdan wêne dike û derhênerê filmî bi xweşikî  û bi rêya ekterên xwe yên jêhatî û zîrek peyama xwe di gehînê temaşevanên xwe re.

Xelat

Xelata taybet ji layê komîteya dadweriyê ji bo Jano Rosebiani di (Seattle International Film Festival) li sala 2002 ê de. Xelata baştirîn film, mirov û jîngehê li festîvala navneteweyîya (Festoria) li welatê Portugal li sala 2002 ê de. Xelata komîteya dadwerîya hezkirî li festîvala filmê Îtalya li sala 2003 ê de.

Hûrgilî


Welat: Îraq, Emerîka
Ziman: Kurdî

1 comment:

  1. Hevalo, peyvên xerîb di kurdî da "mê" ne.
    Loma zhî peyva "fîlm" di kurdî da "mê" têt tewandin, wekî: "FîlmA klasîk, ...".

    Serkeftin zhibo karê ku tu dikî!
    Her heebî!

    ReplyDelete