2011/09/23

The Tree of Life (2011)

Șêwaz: Drama
Dem: 139 deqîqe
Derhêner: Terrence Malick
Nivîskar: Terrence Malick
Ekterên Filmî: Brad Pitt, Sean Penn û Jessica Chastain
Pûan li malpera IMDB: 7.0/10

Çîroka filmî

Mr.O'Brien sê kur hene, ew bixwe babekê hişk û dijwar e ji bo zarokên xwe. Ew di xaze ewan fêr bike ku di jiyana xwe de birêkûpêk û xîretkar bin.

Danasîna filmî
The Tree of Life filmekê Dramaye ku di sala 2011"ê de ji hêla derhênerê Emerîkî Terrence Malick ve hate çêkirin. Filim tarîf û zelal kirina nenormal ji mefhûma jiyanê pêşkêş dike û bi zehmet dikare temaşevanên asayî yên sînemayê pêş ve bibe. The Tree of Life bêtir ji ku filmekê dastanî wek her car di gel karakterên giştî be, wekî senfoniyekê di gel tevgerên cuda hereket dike ku fenomenên siruştî û rewşa newekhev yên însanî wêne dike.


Li vi filmî de muzîk rolekê gelekî giring heye û ji diyalog û gotûbêjê bêtir diyar dike. Berê xwe dana derhênerî ji bo mefhûma jiyanê wekî filmê (2001: A Space Odyssey) ye, bi taybet li wêrê ku şêweyekê miweqet ji guhertina gav bi gav ya mirovî wêne dike. Terrence Malick filmî di gel vê peyivê ji pirtûka pîroz dest pê dike, li wêrê ku xwedê di bêje Ademî: Wextê min cîhan ava dikir tu li kî derê bûy? Bêje ager tu di zanî.


Li destpêka filmî dayik ji bu mirina kurê xwe bi dilekî xembar girî dike û tesîra vê rûdanê li malbata piçûk di sala 1950"ê de li Teksasê nîşan dide. Li vî demî de film bi du renga di berê xwe dete babetî, xala yekem malbate, ku misîbet hate serî û ya duyem tesîra vê rûdanê li cîhanê ye. Her weha li dawiyê de ji bîr nekim ku rolê (Mr. O'Brien) ji aliyê ekterê bi navûdeng Brad Pittî ve tê leyistin ku bê guman yek ji baştrîn rolên wî li jiyana wî ya hunerî de ye.

Xelat

The Tree of Life  di sala 2011-ê de 59 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 3 xelatên Oscarê û her weha 41 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 16"ê  May 2011"ê
Cîyê film girtin: Austin, Texas, Emerîka
Butçeya filmî: $32,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment