2011/09/06

The Guardian (2006)

Șêwaz: Aksiyon, Macera, Drama
Dem: 139 deqîqe
Derhêner: Andrew Davis
Nivîskar: Ron L. Brinkerhoff
Ekterên Filmî: Kevin Costner, Ashton Kutcher û Sela Ward
Pûan li malpera IMDB: 6.7/10

Çîroka filmî

Jake Fischer ku li berî niha cihêlekê betal û şerker bû biryar dide da ku biçe di nav grûpê zêrevaniyên deryayê de. Rahînerê jiyan parêzê wan keseke bi navê Ben Randall, Ew yek ji zîrektirîn kesên di nav grûpê zêrevaniyên deryayê bû ku berî çend salan di hewildanekê de hevkarên xwe ji dest dide.
Benî ew rûdan hêşta ji bîr nekiriye û bîr anîna wê ewî şikence dide û ji aliyê din jî, jina wî demeke ku ji wî cuda buye û li ber hindê arîşeyên wî zêdetir lê hatîne.

Danasîna filmî

The Guardian filmekê aksiyon û Macera ye ku di sala 2006"ê de ji hêla derhênerê Emerîkî Andrew Davis ve hatiye çêkirin. Kevin Costner xodanê du xelatên Oscarê û Ashton Kutcher ku heta niha di filmên komedî de naskirî bû rolê xwe di vî filmî de bi cwanî dikin.

Hejî gotinêye

Ji bo rast diyar kirina sehneyên filmî birkeka gelekî mezin hate çêkirin û pêtir ji 6 hezar pund cemed ji bu sehneya Kodiak, Alaskayê hate bi kar anîn. Her weha Mark Gangloff (qehremanê melevanî yê li olîmpîyadê) rolê bedelê yek ji ekterên filmî dikir.

Xelat

The Guardian di sala 2006"ê de xelatek bi dest îna û namzed bûbû bo wergirtina 4 xealtên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 28"ê îlona 2006"ê
Ciyê film girtin: Alaska, Emerîka
Butçeya filmî: $70,000,000 (tê texmîn kirin)

1 comment:

  1. Ev filme min dîhî dît yê xwesh bo :)
    Pûan 7/10

    ReplyDelete