2011/09/05

The Silence of the Lambs (1991)

Șêwaz: Heyecan
Dem: 118 deqîqe
Derhêner: Jonathan Demme
Nivîskar: Thomas Harris
Ekterên Filmî: Jodie Foster, Anthony Hopkins û Scott Glenn
Pûan li malpera IMDB: 8.7/10

Çîroka filmî

Clarice keçeka ciwan e ku li FBIyê kar dike û her weha bi xwendinê ve mijûl e. Rojek ji rojan ew agehdar dibe ku bikujek li bajarê de peyda bûye ku gelek ecêb û bêrehm e û ew di viya ewî hêsîr bike.
Clarice ji bu peyda kirina kujekî divê hevkarî yê ji kesekî bi nevê doktor Hannibal Lecterî bixaze, lê doktor ew bi xwe bikujekê bixeter e û çend sale ku li zîndanê de dijît.

Danasîna filmî

The Silence of the Lambs filmekê tawanbarî û bi heyecan e ku di sala 1991"ê  de ji hêla derhênerê Emerîkî Jonathan Demme ve hatiye çêkirin. Jonathan Demme yek ji derhênerên zîrek û şarezaye ku ji kompaniya (New World Pictures) ve bo cîhana sînemayê hat nas kirin. The Silence of the Lambs li gor berhemên Thomas Harris giyannasê bi nav û dengê Emerîkî ve hate çêkirin. Film bi giştî gelek bi cwanî hatiye wêne kirin lê çîroka wê gelekî aloz e. Rolê Anthony Hopkins di filmî de gelek bi hêze û berêxwedana wî wekî bikujekê bixeter û bêrehm, tirs û dehşetê dikete dilê bîneran de.

Xelat

Bi dest xistina xelata Oscar ji bo baştirîn film di sala 1991"ê.
Bi dest xistina xelata Oscar ji bo baştirîn lîstîkvana jin Jodie Foster.
Bi dest xistina xelata Oscar ji bo baştirîn lîstîkvanê mêr Anthony Hopkins.
Bi dest xistina xelata Oscar ji bo baştirîn derhênerê filmî Jonathan Demme.
Bi dest xistina xelata Oscar ji bo baştirîn senaryo ya filmî Ted Tally.
Her weha 40 xelatên cîhanî bi dest înan û namzed bûbû bo wergirtina 27 xelatên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 30"ê January 1991"ê
Ciyê film girtin: Bellaire, Ohio, Emerîka
Butçeya filmî: $19,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment