2011/09/05

Twilight (2008)

Șêwaz: Macera, Drama, Fantazî
Dem: 122 deqîqe
Derhêner: Catherine Hardwicke
Nivîskar: Melissa Rosenberg
Ekterên Filmî: Kristen Stewart, Robert Pattinson û Billy Burke
Pûan li malpera IMDB: 5.3/10

Çîroka filmî

Bella Swan keçeka ciwane ku biryar dide da ku ji mala deyka xwe ji bajarê Phoenix Arizonayê biçe bo bajarekî piçûk li Forks Washingtonê û digel babê xwe Charlieî bijît.
Ew li xandingehê de Edward Cullenî di bîne û hevalîniya wî dike. Edward xwînmêje û temenê wî 109 sale ku bi şikilî ve wekî xortekê 17 salî diyar dike. Her çende ku li destpêkê de Edward hewil dide da ku xwe ji Bellayê dûr bike lê ew hez ji êk û du dikin. Bella piştraste ku çi arîşe digel xwînmêjiya wî û malbata wî nîne.

Danasîna filmî

Filmê Twilight di sala 2008"ê de li gor yekem romana xwînmêja ji koma naskirî û pirfiroş bi navê Twilight ve hatiye çêkirin û her weha çîroka wê bi destê Stephenie Meyerî ve hatiye nivîsandin. Metna pêşî ya filmî ji layê Melissa Rosenbergê ve bi mavê 6 heyva hate nivîsîn.


Ji bo rolê Edwardî pêtir ji pênc hezar kesan testa ekteriyê de ku li dawiyê "Robert Pattinson" ji Îngiltereyê hate hilbijartin. Twilight li roja yekê ya weşandinê 35,7 milyon dolaran hate firotin.

Xelat

Twilight di sala 2008"ê de 23 xelat bi dest înan û namzed bûbû bo 7 xelatên din.

Hûrgilî

Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî
Dema weşandinê: 17"êNovember 2008"ê
Cîyê filîm girtin: 218 Rim Drive, Washougal, Columbia River Gorge, Washington, Emerîka

                           

1 comment: