2011/08/28

The Town (2010)

Çîroka filmî
Li beşek ji bajarê Boston de "Doug MacRay" serokê grûpekê dizî yê ye û karê şêlandina banka di ken. Rojekê ew piştî şêlandina bankê li nêzîk î Boston de mecbur di bin rêvebera bankê ku keçeka cihêl e di gel xwe biben û bêy ku zerarê li bigehînên ewê azad di ken, lê di kevin arîşeyeka mezin de ji ber kû ew keçek her li taxê wan de di jît...


Danasîna filmî
The Town filmekê Drama û Tawanbarî ye ku li sala 2010 ê de ji hêla derhênerê Amerîkî "Ben Affleck" ve hate çêkirin.
Filmê The Town ji bo "Ben Affleck" î pêş ve çûneka mezin e di karê derhênerîyê de,ewî berî nuha filmê (Gone Baby Gone 2007)di berhemên xwe de hebû. Dîyare ku "Ben Affleck"derhênerîya wî gelek baştir e ji ektrîya wî û bêguman di gel ekterên filmên xwe bi duristî peywendî yê di ke ji ber hindê dikarê filmên gelekî xweş çê  bike. Ew bajar û xelkê bajarî di filmê xwe de baş di nîyasê û di zanê bi çi rê film î wêne bike.


Xelat
The Town li sala 2010 de 5 xelat bi dest xwe ve îna û her wesa namzed bûbû bo wergirtina xelatê Oscarê û 21 xelatin cîhan î.


Șêwaz : Drama,Tawanbarî, Heyecan
Dem : 125 xolek
Derhêner :  Ben Affleck
Nivîskar : Peter Craig
Ekterên Filmî :  Ben Affleck, Rebecca Hall û Jon Hamm
Pûan li malpera IMDB : 7.7/10




2 comments:

  1. Ew kesê hez ji filmên tawanbarî biket , di vit evî filmî ji xwe neket gelek yê xoshe:)

    ReplyDelete
  2. Pûana min ji bu filmî 8/10

    ReplyDelete