2011/08/28

Scarface (1983)

Șêwaz: Tawanbarî, Drama, Heyecan
Dem: 170 deqîqe
Derhêner: Brian De Palma
Nivîskar: Oliver Stone
Ekterên Filmî: Al Pacino , Michelle Pfeiffer û Steven Bauer
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10

Çîroka filmî

Fidel Castro di sala 1980´ê nêzîkî 125 hezar kesan ji xelkê welatê Kûba yê ji benderekê derbaz dike ji ber ku bigehen malbata xwe li Emerîka yê. Li vî demî de tawankarek bi navê Tony Montana digel wan derbaz dibe û împaratorî ya xwe ya kokaînê li Emerîka yê di dane.

Danasîna filmî

Scarface navê filmekê tavanbarî ye ku di sala 1983´ê de hatiye çêkirin. Derhênerê filmî Brian De Palma ye û her weha Al Pacino yek ji bi navûdeng tirîn ekterên sînemaya Hollywoodê di rola Tony Montanayê de di leyîze. Film çawaiya jiyana Tony Montana ye ku di bite yek ji mezintirîn gangsterên Mayamî li Parêzgeha Florîdayê de û li dawiyê ketin û hilweşîna trajediya wî wêne dike. Bê guman Scarface yek ji baştirîn filmaye ku Al Pacino rol têda heye û mixabin ku grûpê Dadgerên Oscarê di biryara xwe de adil nebûn û xelata Oscarê negeheşte Al Pacinoyî. Ta sala 2007´ê 4 cara DVD yên filmî li Emerîka yê hate belav kirin, her weha di sala 2006´ê de kompanî ya Radical Entertainmen lîstikek li gor vî felmî li bazarî de belav kir.

Xelat

Scarface di sala 1983´ê namzad bûbû bo wergirtina 3 xelatên Golden Globeê û her weha 3 xelaên din.

Hûrgilî


Welat: Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Spanî
Dema weşandinê: 1´êçileya pêşîna 1983´ê
Ciyê film girtin: 728 Ocean Drive, Miami Beach, Florida, Emerîka
Butçeya filmî: $25,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment