2011/08/28

Taken (2008)

Çîroka filmî
"Kim"  keçeka 17 salî ye ku hes di ke di gel hevaleka xwe seferê bo Fransa bike, lê bo derketin ji welatê xwe di vîya babê xwe razî bike." Bryan Mills" babê wê li dest pêkê dîjî tî û mixalefetê di ket belê li dif daxwazî ya zêde ya keça xwe razî di be da ku ew seferê biken.
"Kim" û hevala wê "Amanda" di çin bo Fransayê û bine cê di bin, Kim telefona babê xwe di ke û dema ku mijûle bi axiftinê ve di bîne ku hinek zilam yêt hatîn e malê de û hevala wê di dizin û her wesa dê hên dîf wê re û ewê ji gel xwe di bin, lê berî bihête dizînê hinek pêzanîna li ser ewan zelama dê dete babê xwe û...


Danasîna filmî
Taken filmekê Action û Tawanbarî ye ku li sala 2008 de ji hêla derhênerê Fransî "Pierre Morel" ve hat çê kirin.Yekem tişt di filmê "Taken" de ewe ku ne filim e kê Hollywoodê ye ji ber hindê qehremanê film î ne wekî ekterên Hollywoodê rolî di ke û li ber hindê "Liam Neeson" yê hatî ye ji girtin. Bi rastî rolê wî di film î de yekane ye û bi cwan î dîyar kir ku şîyanêt wî pêtirin ji ew têştê mirov hizir di ket. Çîroka film î ji gelek xweşike û bi cwan î ya hatî ye nivîsîn. Sehne yên film î gelek baş ya hatî ye wêne kirin û cî yan (Location) li film î de gelek bi başî yêt hatîne ji gêrtin.
"Taken" filmekê gelek xweş û ciyawaz e,ev filim e ji sînema ya Fransa ye ku li dawî yê bi dîtina wê dilşad û kêf xweş di bin.


Șêwaz : Aksiyon, Tawanbarî
Dem : 93 xolek
Derhêner : Pierre Morel
Nivîskar :   Luc Besson û  Robert Mark Kamen
Ekterên Filmî :  Liam Neeson , Maggie Grace û Famke Janssen
Pûan li malpera IMDB : 7.9/10






No comments:

Post a Comment