2012/12/06

Chicken with Plums (2011)


Șêwaz: Komedî, Drama
Dem: 93 deqe 
Derhêner: Vincent Paronnaud, Marjane Satrapi
Nivîskar: Vincent Paronnaud, Marjane Satrapi                      
Ekterên Filmê: Mathieu Amalric, Edouard Baer û Maria de Medeiros
Pûan li malpera IMDB: 7.0/10

Çîroka filmê 

Film behsa evîna Nasser-Ali Khan û kemana wî digel keçeke bi navê Irâne ku di salên 1050î ya Îranê de derbas bûye dike. Nasser-Ali Khan muzîsyeneke xwedîşiyan e ku hezkirineke wî ya taybetî ji bo xwarina hilûya digel mirîşke hebû. Ew li dawiyê tûşî depresyonê dibe û xwe dikuje.

Danasîna filmê
 
Marjane Satrapi û Vincent Paronnaud ku cara pêşîn bi anîmasyona Persepolis'ê derketibûn pêşberî temaşevanan vê carê bi filmê ”Chicken with Plums” an jî bi Fransî ”Poulet Aux Prunes” bînerên xwe surprîz dikin. Ev film e jî wekî persepolîsê ji romana Satrapiyê bo sînemayê hatiye vegûheztin. Di filmê de lîstikvanên wekî Mathieu Amalric, Edouard Baer, Maria de Medeiros û Golshifteh Farahani dileyzin.

Hûrgilî

Welat: Franse, Elmanya, Belçîka
Ziman: Fransî, Îngilîzî
Dema weşandinê: 3´ê îlona 2011´ê
li fetsîvala filmê Venice hate weşandin
Ciyê film girtin: Babelsberg Studios, Berlîn, Elmanya
Butçeya filmê:
€12,000,000 (tê texmîn kirin)


No comments:

Post a Comment