2012/11/29

Cloud Atlas (2012)

Șêwaz: Drama, Esrarengîzî, Zanistî Xeyalî 
Dem: 172 deqîqe 
Derhêner: Tom Tykwer, Andy Wachowski û Lana Wachowski 
Nivîskar: David Mitchell, Lana Wachowski 
Ekterên Filmî: Tom Hanks, Halle Berry û Hugh Grant 
Pûan li malpera IMDB: 8.2/10


Çîroka filmî 

Filmê Cloud Atlas ji 6 çîrokên cuda pêk tê, ji pêşerojê heta dema niha û ji dema niha ta pêşerojê, jiyanên cuda çawa dikarin bandorê li hev bikin û qenciyek li berê, piştî qirnekê çawa dikare bibe sedema şorişeke mezin.

Danasîna filmî 

Cloud Atlas filmeke zanistî xeyalî ye û bi naveroka xwe wek cureye din a "The Matrix" xûya dibe. Ev film e bi budceya 100 mîlyon dolarî hatiye çêkirin û ji aliyê birayên Wachowski û Tom Tykwer ku derhêneriya filmên Matrixê kiribûn û derhênerê Elman ku ji filmên 'Lola Rennt'  û 'Perfume' tê naskirin tê birêvebirin û lîstikvanên binavûdeng wekî Tom Hanks, Halle Berry, Hugh Grant dileyzin. Hêjayî gotinê ye ku lîstîkvanê navdar Tom Hanks di filmê de 4 karakterên cuda dileyze. 

Hûrgilî

Welat: Elmanya, Emerîka, Hong Kong, Singapûr  
Ziman: îngilîzî 
Dema weşandinê: 8´ê îlona 2012´ê li (Toronto International Film Festival) hate weşandin 
Cîyê film girtin: Spanya, Elmanya, Skotland 
Butçeya filmî: $100,000,000 (tê texmîn kirin)

No comments:

Post a Comment